17:21 25 Nîsan 2018
    YouTube

    Vîdeoya youtube bû sedema mirina wî

    © REUTERS / Lucy Nicholson
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li DYAyê jinekê di videoya ji bo youtubeyê de hevalê xwe kuşt û bi cezayê 6 mehan yê girtîgehê ve hat cezakirin.

    Li Dewleta Yekîtiya Amerîkayê (DYA) keçekê di videoya ku bo youtubeyê kişandin de hevalê xwe bi çekê kuşt û cezayê 6 mehan yê girtîgehê lê hat birrin. Monalisa Pereza 26 salî di 26 Pûşbera 2017an de hevalê xwe yê 22 salî Pedro Ruiz bi çekê kuşt.

    Bûyer wiha qewimî, Ruiz di wê baweriyê de bû, ansîklopediya ku wê ew ji guleyê biparêze da ber sînga xwe û ji hevala xwe xwest çekê bi ser ansîklopediyê de biteqîne.

    ​Li gorî nûçeya BBCyê li eyaleta Minnesota, bajarê Halstadê jin û mêrek ji bo ku li ser medyaya civakî bên naskirin vîdeoyên henekî dikşandin û parve dikirin. Lê vê carê xwestin vîdeoyek cuda û bandordar bikşînin, her wiha Ruiz fikra xwe ji hevala xwe re vedibêje û dest bi kişandina vîdeoyê kirin. Ruiz 30 metro dûrî Monalisa disekine, ansîklopediya ku bi ya wî têsîra gulleyê lê nake da ber sînga xwe û ji hevala xwe re got çekê biteqîne. Her wiha Ruiz li cihê bûyerê jiyana xwe winda kir. Dozgerê ku li dozê dinere James Brue ji ber ku Ruiz plana kişandina vîdeoyê kiriye Monalisa Perez xwest bi cezayekî hindik bê cezakirin. Monalisa Perez bi cezayê 6 mehan yê girtîgehê ve hat cezakirin.

     

    Bi heman mijarî:

    YouTube, dîmeneke bombebarankirina artêşa Tirkiyeyê jêbir
    Derbarê Efrînê de Facebook, Twitter û YouTube hatine hişyar kirin
    Facebook, Twitter û Youtube li dijî terorê platformek ava kirin
    Etîketan:
    naskirin, vîdeo, kişandin, BBC, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de