07:58 20 Nîsan 2018
    Omer Elûş

    Rayedarên amerîkî ji bo rayedarê PYDê yê duh hatibû kuştin peyam weşandin

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de Brett McGurk derbarê birêveberê PYDê yê duh hatibû kuştin de peyamek weşand û got "welatperwerekî wêrek bû."

    McGurkî li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsî: "Omer Elûş welatperwereke sûrî yê wêrek bû ku ji bo vejandina civaka ku ji aliyê DAIŞê ve hatibû wêrankirin dixebitî. Wek gelek sûriyan, ew bû armanca wan kesan ku tenê îdîa dikin ku hêz a terorê ye."

    ​Herwiha McGurk di berdewamiya tweeta xwe de got ku "di bibîranîna wê de, em ê xebata xwe ya zehmet lê jiyanî ji bo îstîqrarkirina herêmên azadkirî berdewam bikin."

    Birêveberê PYDê û Hevserokê Meclisa Sivîl ê Reqayê Omer Eluş li mala xwe ya li Girê Spî hat kuştin. Birêveberê PYDê li Girê Spî Xalid Kute ji Spûtnîkê re ragihandibû ku Elûş duh li mala xwe di xew de hatiye kuştin.

    Herwiha Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauertê jî li ser hesabê xwe yê Twitterê kuştina Eluşî şermezar kir û got: "Em tundî kuştina Omer Elûşî şermezar dikin ku endamekî payebilind û wêrek ê Meclisa Sivîl ê Reqayê bû ku bê sekin li ser piştgiriya îstîqrara DAIŞê bînin herêmên rizgarkirî yên Sûriyeyê dixebitî.

    ​Nauertê di berdewamiyê de got ku "ji vê tundûtûjiya li dijî serokên sivîl bifikar in. Hevxemiya me li gel malbat û dostên wî ye."

    Bi heman mijarî:

    Tirkiye: Dê PYD beşdarî civîna Kongeraya Diyalogên Sûriyeyê nebe
    'Amerîkî û Ewropa fişarê dikin ku PYD tev li Cenevê bibe'
    PYD: Hevalbendiya bi Rûsyayê re dê Efrînê jî biparêze
    Etîketan:
    Heather Nauert, Omer Elûş, Sûriye, Reqa, Girê Spî, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de