02:41 28 Gulan 2018
Hêzên Amerîkayê

‘Mudaxeleya li Iraqê bû sedema kaoseke mezin'

© AP Photo / Maya Alleruzzo
Amerîka
Lînkê kurt
Abdulhakim Günaydın
0 04

Nivîskar, sosyolog û dîrokzan Mufit Yuksel encamên mudaxeleya Amerîka li Iraq û bandora wê li Rojhilata Navîn ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir.

Nivîskar, sosyolog û dîrokzan Mufit Yuksel encamên mudaxeleya Amerîka li Iraq û bandora wê li Rojhilata Navîn ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir. Li gor Yuksel şerê 1980-88an ê Iraq û Îranê bingeha mudaxeleya Amerîka ya sala 2003an a Iraqê bû û bi mudaxeleyê kaosa Rojhilata Navîn dest pê kir.

‘BI BIHARA EREBÎ KAOSA HERÊMÊ GIHÎŞTE ASTA HERÎ JOR'

Sosyolog Mufit Yuksel got: "Bûyerên mezin yên wek şerê Iraq û Îranê, Helebçe û Enfal bingeh ji mudaxeleya Amerîka ya sala 2003an a Iraqê re amade kir. Dewletên rojavayî bi zanebûn Iraq bera Îranê dan û herdu dewlet bi dan qelskirin û potansiyela wan daxistin asta herî jêr. Di dema şerê herdu dewletan de bi komkujiyên wek Enfal û Helebçeyê ku bi xazên kîmyewî xelkê herêmê rastî êrişan hat jî pirsgirêka Kurdî derxistin rojevê. Ev proje pêl bi pêl û bi zanebûn têne meşandin. Dagirkeriya Amerîka ya Iraqê jî di vê çarçoveyê de pêk hat û dixwazin Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin û ev proje hê jî dewam dike. Bi dagirkirina Afganistan û Iraqê li herêmê bêaramiyek hat avakirin û bi Bihara Erebî gihişte asta kaosê."

‘KAOSA HERÊMÊ HÊ JÎ DEWAM DIKE'

Dîrokzan û pisporê Rojhilata Navîn Mufît Yuksel di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di destpêka sedsala 20an de sînor bi cetwelê ji aliyê Sykes-Picot ve hatin xêzkirin û di encamê de gelek dewletên netew hatin avakirin û avabûna van dewletan bû sedema trajediyên mezin. Travma û trajediyan zêdetir bandor li kurdan kir. Ev plana kaosa herêmê hê jî dewam dike. Berê li Rojhilata Navîn zêdetir pirsgirêka Îsraîl-Filistînê di rojevê de bû û dizayn û projeyên herêmê li gor wê dihatin sazkirin. Lê êdî pirsgirêka kurdan jî bûye mijareke sereke ya herêmê. Amerîka projeyên xwe zêdetir bi dînamîkên herêmê dixe meriyetê. Yanî di hemû plan û projeyên xwe de dînamîkên herêmê jî li ber çav digre."

‘AMERÎKA DI NAVA XWE DE NE YEK HÊZ E'

Mufît Yuksel di dirêjiya axaftina xwe de got: "Niha ji sînorê Îranê hetanî Libyayê yanî herêmên wek Iraq, Sûriye û Libnan hwd. jî di nav de şer heye û ber bi kaoseke mezin ve diçe. Tabî ew aqlê Amerîkayê ku em jê re dibêjin Anglosakson dema planan dike, dibe carinan ev planên wan bi ser nekevin an jî werin guherandin. Ji bo di nava Amerîkayê bixwe de jî grûbên hêzî yên cuda hene û ev bixwe jî carina li hev nakin. Her çiqas ji bo armanc û hedefekê bixebitin jî di hinek meseleyan de ji hev vediketin. Êdî ew jî nizanin ev gengeşî û kaosa herêmê wê heta kur dewam bike. Belkî beşek ji wan hewl dide ku meseleyê serast bike, lê ve carê jî meseleya Erebistana Siûdî û Îranê derdikeve pêş."

Yuksel di dawiya axaftina xwe de got: "Li Rojhilata Navîn hemû mesele bi hev ve girêdayî ne. Mudaxeleya 1991ê û dagirkirina sala 2003an a Iraqê bû destpêka pirsgirêk û kaosa niha ya li herêmê. Ne tenê li herêmê, Sûriye, Iraq, Libnan, Yemen jî di nav de ev kaos hetanî Libyayê diçe û li gor pêşbîniyên min wê nikarin rê li ber bigrin ji bo ku qismen ji kontrolê derketiye."

Bi heman mijarî:

Şerê Kendavê û Serhildana Silêmaniyê
Amerîka: Divê Îran hêzên xwe yên li Iraq, Sûriye, Yemen û Libnanê vekişîne
Iraq: Amerîka li dû perçekirina Sûriyeyê û cudakirina herêma kurdan e
Amerîka bangî Iraq û Herêma Kurdistanê kir
‘Amerîka dixwaze Îran, Iraq û Sûriyê parçe bike’
Etîketan:
Mudaxeleya Amerîka ya Iraqê, Amerîka, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de