17:48 25 Gulan 2018
Dîmenên leşkerên Amerîkî li Minbicê

Fermandarê Amerîkayê: Me li şûna hêzên çûne ‘Efrînê’ hêza teqwiye şand Minbicê

© AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
Amerîka
Lînkê kurt
0 11

Berdevkê Sererkaniya Artêşa Amerîkayê Korgeneral Kenneth F. McKenzie ragihand ku ji ber çûna hêzên herêmî (YPG-HSD) ya bakur ‘Efrînê’ pêşveçûna dijî DAIŞê hêdî bûye û wan hêzên teqwiye şandiye Minbicê.

Berdevkê Sererkaniya Artêşa Amerîkayê Korgeneral Kenneth F. McKenzie û Berdevka Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) Dana White di civîna rojnamevanî de bersiva pirsên rojnamevanan dan.

Korgeneral McKenzie ragihand ku li şûna hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) yên çûne Efrînê Amerîkayê hêzên piştgir şandine cepheyên başûr û Minbicê.

'JI BER ÇÛYÎNA 'EFRÎNÊ' YA HIN LÎDERAN OPERASYONÊN DAIŞÊ HÊDÎ BÛNE'

McKenzie herwiha da zanîn ku bi çûna ji Minbicê ya hin hêzên HSDê re, operasyonên dijî DAIŞê hêdî bûne û got, "Ne ji ber çûna hêzên ji rêzê, lê ji ber çûna hinek lîderan operasyon hêdî bûne. Lewma jî pêşveçûna me hêdî bûye."

'EM JI BO HÊZÊN HSDÊ YÊN ÇÛNE EFRÎNÊ RE BI WAN RE AXIVÎN'

McKenzie li ser pirsa ‘Gelo ji bo çûyîna Efrînê ya hezar 700 HSDyîyan hûn bi wan re axivî ne, yan bi erêkirina we çûne' jî got, "Pêwendiya me ya baş bi wan re berdewam dike. Em li ser vê mijarê axivîn, ev bicihkirina hêzan biryara wan e."

Berdevka Pentagonê Dana White jî ji ber pêkneanîna agirbestê Rûsya û hikûmeta Sûriyeyê tawan bar kirin û bal kişand ser kuştina sivîlan li Xûtaya Rojhilat û got, "Rûs ji qest li dijî Esad dernakevin."

Bi heman mijarî:

Nauert: Agahiyên dorpêçkirina Efrînê yên piştrastkirî li ber destê me nînin
Li Amerîkayê bihurdeya ser rê hilweşiya: Gelek kes di bin de man
Erdogan û Merkelê behsa Efrînê kir
’Di 24 saetan de 30 hezar Efrînî koçber bûn, gelek jî vegeriyan gundên xwe’
Erdogan qanûna tifaqa Cumhur û ewlekariya hilbijartinê pesend kir
Bi daxwaza Erdogan parêzgerê Kerkûkê yê bi wekalet serdana Tirkiyê kir
Etîketan:
Tirkiye, Sûriye, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de