09:56 20 Nîsan 2018
    Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert

    Nauert: Agahiyên dorpêçkirina Efrînê yên piştrastkirî li ber destê me nînin

    © AP Photo / Alex Brandon
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 21

    Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert ragihand ku hîn ti rêkeftinek li ser Minbicê bi Tirkiyeyê re nehatiye kirin. Nauertê li ser pirsa êrîş û dorpêça Efrînê ji aliyê Tirkiyeyê ve jî got, 'Di destê me de agahî nîne.'

    Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert got, "Derbarê mijara Minbicê de rêkeftin nîne. Bi tirkan re li ser Minbicê hevdîtinên me didomin."

    'EM LI SER DIXEBITIN KU BI TIRKIYEYÊ RE LI HEV BIKIN'

    Nauertê li ser pirsa ku ‘Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê gotiye, wan bi Amerîkayê re li ser paqijkirina YPGê ji Minbicê li hev kiriye. Gelo hûn jî wisa difikirin?' wiha axivî:

    "Nêzîkatiya me tam jî ne wisa ye. Em bi hikûmeta tirk re gelek hevdîtinan dikin. Em hîn jî li ser dixebitin ku bi Tirkiyeyê re li hev bikin."

    'AGAHIYÊN DORPÊÇA EFRÎNÊ PIŞTRAST BIKIN DI DESTÊ ME DE NÎNIN'

    Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser nûçeyên dorpêçkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve diyar kir ku di destê wan de agahiyên vê yekê piştrast bike tunene û bal kişand ser ku Amerîka li Efrînê nîne.

    Nauertê li ser şerê li Efrînê got, "Balê ji ser têkoşîna DAIŞê dide aliyekî din."

    'AGIRBEST JI BO EFRÎNÊ YE JÎ'

    Nauert car din dubare kir ku biryara agirbestê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo Efrînê jî derbas dibe û di nêrîna Amerîkayê de di vî warî ti guhertinek çênebûye.

    Etîketan:
    amerîka, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de