03:08 23 Nîsan 2018
    Li Mîamiyê bihurdeya rê hilweşiya

    Li Amerîkayê bihurdeya ser rê hilweşiya: Gelek kes di bin de man

    © AP Photo / WPLG-TV
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li bajarê Miamiyê yê Amerîkayê pira ku ji bo derbasbûna mirovan hatibû çêkirin hilweşiya û gelek kes di binî de man.

    Hat diyarkirin ku li bajarê Miamiyê yê Amerîkayê pira ku ji bo derbasbûna mirovan hatibû çêkirin hilweşiya û gelek kes di binî de man.

    Xebatên ji bo rizgarkirina wan kesan berdewam dikin.

    Sedema hilweşîna bihurdeya ser rê ya bo welatiyan hîn nehatiye zanîn.

    'PIREYA BÊMÎNAK DÊ LI 2019AN BIHATA VEKIRIN'

    Dihat çaverêkirin ku ev pireya ji bo hemwelatiyan di sala 2019an de bê vekirin ku bi teknolojiya 'inovasyon' dihat lêkirin.

    Modula nû ya bihurdeyê ku 950 ton giraniya xwe hebû, şemiya borî hatibû bicihkirin.

    Ji bo vê pireyê hatibû gotin ku cureyeke bêmînak e ku 5 roj berê danasîna wê hatibû kirin.

     

    Etîketan:
    Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de