02:37 28 Gulan 2018
Serokê Amerîkayê Donald Trump

Trump: Tê dîtin ku li pişt jehrîkirina Skripal Rûsya heye

© REUTERS / Joshua Roberts
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Dewleta Rûsyayê Donald Trump parast ku li pişt jehrîkirina sixurê berê yê rûsî Sergey Skripal û keça wî li Brîtanyayê Rûsya heye.

Trump li ofîsa Koşka Spî bersiv da pirsen rojnamegeran û li ser tawanbariyên Brîtanyayê yên ku derbarê jehrîkirina Skripal de li Rûsyayê digire, axivî.

Trump got, "Tê dîtin ku li pişt vê bûyerê Rûsya heye. Teqez divê ev yek nebûya û em vê mijarê wekî gelek kesan bi awayekî cidî dinirxînin."Sergey Skripal li Brîtanyayê bi gazeke bi navê 'Noviçok' hatibû jehrîkirin.

Skripal yek ji wan sixurên rûsî bû di sala 2010an de di nav pevguhertina sixurên Amerîka û Rûsyayê de cih giritibû.

Skripalê 66 salî li bajarê Wiltshire yê Brîtanyayê dijiya. Skripal di sala 2006an de bi tawana ku ji Brîtanyayê re sixurtî kiriye, 13 salan rastî cezaya zindanê hatibû lê di dema pevguhertina sixuran ya navbera Amerîka û Rûsyayê de serbest hatibû berdan û paşê xwe spartibû Brîtanyayê.

Bi heman mijarî:

Washingtonê mueyideyên nû li ser Rûsyayê danîn
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê: Brîtanyayê li hemberî Rûsyayê cebhe girt
Dîmenên fuzeya Sarmat a Rûsyayê hatin weşandin
Çavuşoglu: Em daxwaza mayîna Rûsyayê li Sûriyeyê fam dikin
Rûsya: London RTyê bigire, ti dezgeheke medyaya îngilîz jî dê nikaribe li Rûsyayê bixebite
Wezareta Derve Ya Rûsyayê, bangî balyozê Îngîlistanê kir
Etîketan:
Serokê Dewleta Amerîkayê, Donald Trump, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de