18:28 19 Nîsan 2018
    Avahiya FSBê

    Washingtonê mueyideyên nû li ser Rûsyayê danîn

    © Foto : A.Savin
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê çarçoveya mueyideyên li ser Rûsyayê berfireh kir û hinek navên nû yên ji Serfisa Ewlekariya Federal a Rûsyayê(FSB) û Servîsa Îstîxbarata Derveyî (GRU) xistin lîsteya xwe.

    Washingtona ku bi behaneya ku Rûsyayê destwerdana di hilbijartina serokatiya Amerîkayê ya sala 2016an de mueyide li ser welatî û saziyên Rûsyayê danîbûn, ragihand ku çarçoveya mueyideyan berfireh dike.

    Li gorî Daxuyaniya Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê, saziyek û 14 kesên ji Rûsyayê xistin nava lîsteya mueyideyan.

    Di daxuyaniyê de hat teqezkirin FSB û GRUya ku niha jî mueyide li wan tê sepandin di çarçoveya "Qanûnsa  Bersivdana bi Mueydeyan li Reqîban(CAATSA) de li lîsteyeke din a mueyideyan hatine zêdekirin.

    Wezaretê diyar kir ku li gek hinek yekîne û peywirdarên li FSByê yên ku ji berê ve di lîsteyê de mueyide li wan hatibûn sepandin, hinek rayedarên payebilind ên li GRUyê jî xistine lîsteyê û hat gotin ku di çarçoveya mueyideyan de hinek xebatkarên Ajansa Lêkolînên Internetê ya navenda wê li Saint Petersburgê jî xistine lîsteyê.

    Wezareta Dadweriyê ya Amerîkayê di îdîanameya ku meha Şibatê amade kiribû de îdîayên derbarê Prigojinê ku di nav 13 welatiyên rûs ên tawanbarkirî de bû, red kiribûn.

    Bi heman mijarî:

    Wezareta Derve ya Amerîkayê: Em bi videoya Putin êşiyan
    Kremlîn: Dirêjkirina mueyîdeyên Amerîkayê li dijî Rûsyayê ne qanûnî ye
    Pûtîn: Moskow hemwelatiyên xwe radestî Amerîkayê nake
    Keştiya şer a Amerîkayê li keraxên Vîetnamê ye
    Rûsya: Tawanbariyên Amerîkayê yên derbarê binpêkirina biryarên KENYyê bênbingeh in
    Etîketan:
    GRU, FSB, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de