16:52 21 Hezîran 2018
Fermandarê Amerîkî Joseph Votel

CENTCOM: YPG ji şerê dijî DAIŞê vekişiya

© REUTERS / Kevin Lamarque
Amerîka
Lînkê kurt
0 03

Fermandarê Hêzên Navendî yê Amerîkayê (CENTCOM) Joseph Votel bal kişand ser ku ew hewil didin li Sûriyê pirsgirêkên bi Tirkiyeyê re bi rêyên dîplomatîk çareser bikin û got, piştî operasyona Efrînê YPG/HSD ji şerê dijî DAIŞê vekişiyaye.

Orgeneral Votel li Komîteya Xizmetên Çekdarî ya Senatoyê de ligel Fermandarê Hêzên Afrîkayê yên Amerîkî (AFRICOM) Thomes Waldhouser axivî û bersiva pirsan da.

Votel li ser operasyona Efrînê diyar kir ku metirsiyên Tirkiyeyê yên ewlehiyê hene û ew ji vê yekê têdigihin û got, "Helbet ev yek di navbera me de bûye sedem ku hinekî tansiyon bilind bibe ku em niha ji aliyê dîplomatîk û leşkerî ve li ser dixebitin."

'RÛSYA PÊŞÎ ALOZIYÊ DIXE NAV HEVPEYMANAN, PIŞTRE JÎ ROLA NAVBEYNKARIYÊ DIGIRE SER XWE'

Orgeneral Votel ji ber rûdana aloziya navbera Tirkiye-Amerîkayê li Sûriyê, Rûsya tawanbar kir û got ku Moskow pêşî nakokiyan dixe nav hevpeymanan piştre jî rola navbeynkariyê digire ser xwe û destnîşan kir, "Ji ber rola Rûsyayê ya li bakurê Sûriyeyê û bandora wê li ser têkiliyên me, bi taybet jî li ser têkiliyên me û Tirkiyeyê bifikar im."

Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan
Serokomariya Tirkiyeyê / Yasin Bulbul
'HSDÊ FAHM KIR KU EFRÎN NE QADA ME YA OPERASYONÊ YE'

Joseph Votel di axaftina xwe de li ser pirsa helwesta li beramber Efrînê û ‘nebûna polîtîkayeke Amerîkayê ya ji bo Kurdan li Sûriyeyê' got ku ti çalakiyeke Amerîkayê li Efrînê nîne û wiha domand: "Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di encama hevdîtinên me de fêm kirin ku ev der (Efrîn) ne qada operasyonên me ye û di vê qonaxê de ti niyeteke me ya tevgerekê li wê derê nîne."

'YPG JI ŞERÊ DIJÎ DAIŞÊ VEKIŞIYA'

Fermandarê CENTCOMê Votel li ser pirsa gelo YPG ji têkoşîna dijî DAIŞê vekişiya ye jî bi zelalî got, "Ev yek niha pêk hatiye."

Herwiha Votel li ser şerê navxweyî yê 7 salan jî diyar kir, ‘Di şerê navxweyî de xuya dibe ku rejîm (rêveberiya Sûriyeyê) bilind dibe."

Li ser pirsa çûyîna Esad jî Votel da xuyakirin, "Ez niha nizanim polîtîkaya me ev e yan na. Lê armanca me têkbirina DAIŞê ye."

Bi heman mijarî:

Ebadî: Me bi Herêma Kurdistanê re rûpeleke nû vekir
Trump piştî Tillerson kesekî din ji kar avêt
‘YE amadekariyê dike 3 milyar euroyên ji bo penaberan bide Tirkiyeyê pesend bike’
Rûsya: London RTyê bigire, ti dezgeheke medyaya îngilîz jî dê nikaribe li Rûsyayê bixebite
Tillerson: Heta 31ê Adarê li ser karê xwe me
Etîketan:
aMERÎKA, Sûriye, Tirkiye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de