16:51 21 Hezîran 2018
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson

Tillerson: Heta 31ê Adarê li ser karê xwe me

© REUTERS / Ben Nelms
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillersonê ku ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve ji kar hatibû xistin, li ser mijarê daxuyanî da.

Tillerson di daxuyaniya xwe ya ji bo mijarê de got, "31ê Adarê dê roja dawîn ya peywira min be. Heta wê rojê ez dê li ser veqetandina ji peywira xwe bi hinek mijarên îdarî ve eleqeder bibim. Piştî vê peywira xwe ez dê vegerim jiyana xwe ya sivîl."

Tillerson diyar kir ku ew bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re bi rêya telefonê axiviye û got, "Li Sûriye û Iraqê hîn gelek tiştên ku em bikin, hene. Bêyî hevkarên xwe em nikarin van tiştan bikin."

Bi heman mijarî:

Trump: Îran tê de, min û Tillerson di gelek mijaran de li hev nedikir
Trump, Tillerson ji wezîfê hilda
Ryabkov: Lavrov û Tillerson hev nedîtine û dê hev nebînin
Civîna Tillerson û Çavuşogluyî: Ji bo asayîkirina têkiliyan me li hev kir
Etîketan:
kar, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê, Rex Tillerson, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de