16:50 21 Hezîran 2018
Donald Trump

Trump: Îran tê de, min û Tillerson di gelek mijaran de li hev nedikir

© REUTERS / Leah Millis
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Seroka Dewleta Amerîkayê Donald Trump derbarê jikarbidûrxistina Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson de got ku "Îran di nav de, me di gelek mijaran de li hev nedikir."

Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump piştî ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson ji kar derxist û Dîrektorê CIAyê Mike Pompeo anî şûna wî derket pêşberî kamereyan û wiha got: "Ew bixwe me gelekî baş li hev dikir lê di hinek mijaran de me li hev nedikir. Li peymana (dawî ya nûklerê) ya li gel Îranê binerin. Ez wiha difikirim ku peymaneke gelekî xerab bû lê texmînen Tillerson wek kêşe nedidît. Me dixwest peymanê xera bikin yan jî tiştekî din bikin lê Tillerson cuda difikirî."

Herwiha Trump diyar kir ku wî bi tena serê xwe ev biryar daye.

"​TILLERSON SEDEMA BIRYARÊ NIZANE"

Nexasim Şêwirmndê Wezareta Derve ya Amerîkayê Steve Goldsteinî gıt ku "Tillerson bi Trumpî re neaxiviye. Sedema biryarê jî nizane lê spasdar e ku derfet bo kirina vê peywirê bi dest xistiye."

Bi heman mijarî:

Barzanî û nûnerê Trump hevdîtinek pêk anîn
Trump 'Xelatên Nûçeyan ên Derew' eşkere kir
Dibe ku dergehên hikûmeta Trump bên girtin
Çavuşoglu: Dê Trump û Erdogan biaxivin
Koşka Spî: Dê Trump ji bo kêmkirina rageşiyê bi Erdogan re biaxive
Erdogan şerê Efrînê parast û ji Trump daxwaza nedana çekan bo YPGê kir
Etîketan:
Mike Pompeo, Rex Tillerson, Donald Trump, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de