15:31 21 Gulan 2018
    Rex Tillerson

    Trump, Tillerson ji wezîfê hilda

    © AFP 2018 / MANDEL NGAN
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 30

    Serokê Amerîkayê Donald Trump Wezîrê Karê Derve Rex Tillerson ji wezîfê hilda.

    Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson ji wezîfeyê hilda. Trump biryarê li ser hesabê xwe yê twitterê parve kir. Trump di heman twita xwe de destnîşan kir ku di cihê Tillersonwê serokê CIA Mike Pompeo dest bi wezifeya Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê bike.

    Tê şîrovekirin ku ji kardûrxistina Tillerson ji bo têkiliyên di navbera Amerîka û Tirkiyê yên li meseleya Sûriyê encamek neyînî ye. Lewra di demên dawî de Tillerson hatibû Tirkiyê li ser kirîza Sûriyê biryara hevkariyê dabûn.

    ‘MIKE POMPEO: ERDOGAN DÎKTATOREKÎ ÎSLAMÎ YE'

    Wezîrê Karê Derve yê nû Mike Pompeo beriyê de di derbarê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de rexneyên tund kiribû. Pompeo di twiteke xwe de gotibû ku: Erdogan jî bi qasê Îranê demokratîk e. Herdû jî totalîter in û dîktator in.

    Mike Pompeo
    © Foto : Twitter
    Mike Pompeo
    Etîketan:
    Mike Pompeo CIA, Rex Tillerson, Amrîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de