15:51 21 Gulan 2018
    Berdevka Koşka Spî Sarah Sanders

    Amerîka: Em di lêpirsîna Skripalê de ligel Brîtanyayê ne

    © AP Photo / Andrew Harnik
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rêveberiya Amerîkayê li ser jehrdana ajanê berê yê rûsî Skripal li Brîtanyayê, da xuyakirin ku ew êrîşê şermezar dikin û di lêpirsîna bûyerê de piştgiriyê didin rêveberiya îngilîz.

    Berdevka Koşka Spî ya Amerîkayê Sarah Sanders di civîna rojane de derbarê jehrdana ajanê rûsî yê berê Skripal de daxuyanî dan.

    Sanders bêyî ku navê dewletekê bide êrîşa jehrîkirina Skripal a bi madeyeke siniran a kujer bi tundî şermezar kir û got, "Ev êrîş bê berpirsiyarî û bêyî cudakariyê hatiye kirin. Em vê êrîşê bi timî şermezar dikin."

    Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May li ser êrîşa jehrîkirinê ya ajanê berê yê Rûsî Sergey Skripal û keça wî Yuliayê, Rûsya tawanbar kiribû û gotibû, êdî hatiye fêmkirin ku bi madeye xwedî bandor hatine jehrîkirin.

    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova jî daxuyaniya May wekî pêşandana sîrkê li parlamena Brîtanyayê nirxandibû.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Milîtanên li Xûtaya Rojhilat 30 topên hawanê avêtin Şamê
    Nadiya Mûrad ji bo Efrînê banga lezgîn kir
    Hollande banga qedexeya firînê ji bo Efrînê kir û got, 'Dilê min bi Kurdan re ye'
    Îlham Ehmed banga vegera gundan li Efrîniyan kir
    Rûsya: El Nûsrayê li Xûtaya Rojhilat gaza klorê bikar anî
    Amerîka: Em hewil didin meseleya Efrînê bi Tirkiyê re bi rêyên dîplomatîk çareser bikin
    Etîketan:
    Skripal, Brîtanya, Rûsya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de