02:43 28 Gulan 2018
Serokê Amerîkayê Donald Trump - Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un

Trump ji bo hevdîtina bi Kim Jong Un re şertê xwe eşkere kir

© REUTERS / Kevin Lamarque/KCNA
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Qesra Sipî daxuyand ku Serokê Dewleta Yekîtiya Amerîkayê (DYA) Donald Trump bi şertê pêkanina bênukleerîya Koreya Bakur wê bi Kim Jong Un re hevdîtine bike. Tarîx û Cihê hevdîtinê hîn ne diyare, lê lûtkeya dîrokî tê payin ku heta meha gulanê wê pêk were.

Qesra Sipî derbarê plana hevdîtina Serokê Dewleta Yekîtiya Amerîkayê Donald Trump û serokê Koreya Bakur Kim Jong Un daxuyaniyek da. Li gor daxuyaniya berdevka Qesra Sipî Sarah Sandersê, Kim di bênukleeriya Koreya Bakur de gavên berbiçav neavêje hevdîtina herdu serokan pêk nayê. Her wiha Sarah da zanîn ku Kim ji bo bênukleeriyê sozên mezin dan û em li bendene ku van sozên xwe bi cih bîne û serok Trump jî ji gavavêtina Kim bi hêviye.

Berdevka Qesra Sipî Sarah wiha domand: "DYAyê ti carî tawîz nedaye, Koreya Bakur hin soz dan û em li bendene ku sozên xwe bi cih bîne."

Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un bi navbeynkariya Şêwirmendê Ewlehiya Navdewletî yê Koreya Başûr Chung Eui-yong re Trump bo hevdîtinê vexwendibû, her wiha Trump jî qebûl kiribû.

Her çiqas tarîx û cihê hevdîtinê hîn ne diyar be jî, lê lûtkeya dîrokî tê payin ku heta meha gulanê wê pêk were.

Bi heman mijarî:

Koreya Bakur li dijî Tirkiyeyê êrîşa sîberê kir
Trump û Serokê Koreya Bakur di meha gulanê de wê hevdîtinekê pêk bînin
Koreya Bakur û Koreya Başûr li hev kir ku xeta sor di navbera wan de were damezirandin
Serokê Koreya Bakur Kim, dixwaze bi Koreya Başûr re ‘dîrokek nû binivîse’
Etîketan:
Kim, Nukleer, Koreya Bakur, DYA, Trump, Hevdîtin, Berdevka Qesra Sipî Sarah Sanders, DYA
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de