14:53 19 Nîsan 2018
    ABD-çete operasyonu-silah

    Li Kaliforniyayê êrîş: Êrîşkar 3 jinên rehîn kuştin

    © AP Photo / Michael Balsamo
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li bajarê Yountville ya eyaleta Kaliforniyaya DYAyê li Mala Xaziyan bûyera rehîngirtinê qewimî. Tevî hemû xebatên xebatkarê ewlehiyê êrîşkar sê jinên xebatkarên têsîsê yên rehîn kuştin.

    Yek ji mezintirîn ya DYAyê Mala Xaziyan ku xizmeta 1000 leşkerên berê dike, ji aliyê kesekî leşker ve rastî êrîşê hat. Êrîşkar bi tifinga dest de 3 jinên tesîsê Christine Loeber (48), Jennifer Golick (42) û Jennifer Gonzales (29) rehîn girt. Bi hemû xebatên FBI û polîsan êrîşkar qanî nebû û sê jinên ku rehîn girtibû kuşt.

    ​Êrîşkarê bi navê Albert Wong (36) leşkerekî berê bû û ji bernameya leşkerên ku travma û stresê dikşînin du hefte berê hatibû derxistin.

    ​Hat ragihandin k udi dema bûyerê de xebatkarên FBIyê bi telefonê xwestine bi êrîşkar re têkilî deynin lê bisernektine. Xebatên qanîkirinê nêzî 8 saetan domand lê êrîşkae herî dawî 3 jinên di dest de bi tifingê kuşt. 70 xwendakrên di hundirê şanoya têsîsê de bi ewle ji hundir hatin derxistin.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn: Amerîka 'karên qirêj' dike û kesên din tawanbar dike
    Pentagon: Heta 2025an dibe ku Amerîka serdestiya leşkerî ya Ewropayê ji Rûsyayê re bihêle
    Civîna Komîteya Sûriyê ya Amerîka û Tirkiyê bidawî bû
    Amerîka: Noqavên me dikarin Rûsyayê ji nav bibin
    Amerîka: Bêyî hêzên HSDê em nikarîbûn biçûna Reqayê
    Etîketan:
    Rehîn, Kuştin, êrîş, bûyer, FBI, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de