05:31 22 Nîsan 2018
    Fermandarê Hêzên Ewropayê yên Amerîka û Hêzên Hereketê yên NATOyê Orgeneral Curtis Scaparrotti

    Pentagon: Heta 2025an dibe ku Amerîka serdestiya leşkerî ya Ewropayê ji Rûsyayê re bihêle

    © Flickr/ UNC - CFC - USFK
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 01

    Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku îhtimal heye heta 2025an Amerîka serdestiya xwe ya leşkerî ya li Ewropayê li hember Rûsyayê ji dest bide.

    Li gor kovara ser înternetê ya amerîkî Defense Oneyê Fermandarê Hevpeymanên Ewropa yê NATOyê Curtis Scaparrotti bal kişandiye ser leza modernîzekirina artêşa Rûsyayê û gotiye, "Ger em li leza modernîzekirina leşkerên rûsî binêrin, divê em tempoya nûkirina hêzên xwe yên çekdar berçav bikin. Heke na ew dê heta 2025an zorê bidin ser serweriya artêşa me ya hema hema li hemû qadan."

    Di kovarê de analîza Navenda Rangd Corporationê tê bibîrxistin û tê gotin, Rûsyayê di nav 10 salan de teknolojîya xwe ya li hember NATOyê bipêş xistiye, hêza xwe ya li Ewropayê zêde kiriye û li Sûriyeyê jî ezmuna xwe zêde kiriye.

    Bi heman mijarî:

    Çavuşoglu: Me bi Amerîkayê re li ser rojhilatê Firatê û Minbicê li hev kir
    Mûzîkjenê navdar Yanni besteyeke xwe diyarî kurdan kir
    Rûsya: Helmeta alîkariya mirovî ya Xûtaya Rojhilat bi serkeftî hat encamdan
    Li Japonyayê di salekê de zêdetirî 35 milyon dolar pere li erdê hat dîtin
    Amerîka: Noqavên me dikarin Rûsyayê ji nav bibin
    Tirkiye xwe ji bo avadankirina Sûriyeyê ya piştî şer amade dike
    Etîketan:
    Pentagon, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de