17:19 25 Nîsan 2018
    Alên Tirkiye û Amerîkayê (DYA)

    Civîna Komîteya Sûriyê ya Amerîka û Tirkiyê bidawî bû

    © Flickr / Victoria Pickering
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 02

    Hat ragihandin ku civîna Komîteya Sûriyeyê ya heyetên Washington û Enqereyê ku 8 Adarê destpê kiribû û du rojan dom kir, bidawî bû.

    Li gor zanyariyan civîna yekem a Komîteya Sûriyeyê êrênî derbas bûye û tê çaverêkirin daxuyaniyeke nivîskî derbarê civînên du rojan de bê dayîn.

    Ji bo başkirina têkiliyên Amerîka û Tirkiyeyê biryara avakirina 3 komîteyên xebat û danûstandinê hatibû dayîn ku komîteya yekem a Sûriyeyê bû.

    Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu beriya bidawîbûna civîna li Washingtonê ji medya almanî re ragihand ku wan bi Amerîkayê re li ser rojhilatê Firatê û Minbicê li hev kiriye ku ev yek ji mijara sereke ya wan danûstandinan bû.

    Bi heman mijarî:

    Ji bo Efrînê banga liv û tevgera lezgîn ji OHCHRyê hat kirin
    Rojbûna kozmonot Gagarînê ku serdema fezayê daye destpêkirin
    Komeke milîtanan ji Xûtaya Rojhilat derket
    Çavuşoglu: Me bi Amerîkayê re li ser rojhilatê Firatê û Minbicê li hev kir
    Mûzîkjenê navdar Yanni besteyeke xwe diyarî kurdan kir
    Etîketan:
    Amerîka, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de