02:39 28 Gulan 2018
Rus ordusundan S-400'lü tatbikat

NATO: Wergirtina S-400an ji bo hevpeymaniyê rîsk e.

© Sputnik / Alexander Galperin
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Komîteya Leşkerî yê NATOyê Petr Pavel, daxuyand ku pergala moşekên S-400an yên ku Tirkiye ji Rûsyayê wê werbigre bo NATOyê rîsk e. Pavel, "wergirtina S-400an ne wek kirîna tifinga di destê leşker de ye"

Derbarê pegala moşekên S-400an yên ku Tirkiye wê ji Rûsya werbigre, Serokê Komîteya Leşkerî yê NATOyê Petr Pavel daxuyaniyek da. Pavel di daxuyaniya ku da Breaking Defenseê de bibîrxist ku pergala S-400an ne li gorî pergala parastina hewayî ya NATOyê ye û bi pergalê re nayên entegrekirin.

Li gor Pavel rîska herî mezin ew e ku danegehên S-400an wê li nav axa dewletek endamê NATOyê bên berhevkirin û têsîsên NATOyê yên li Tirkiyeyê ji aliyê pergala rûsî ve wê bên çavderêkirin û tomarkirin. Her wiha Serokê Komîteya Leşkerî yê NATOyê Petr Pavel, da zanîn ku wergirtina S-400an ne wek kirîna tifinga di destê leşker de ye, pisporên rûs ji bo hînbûna S-400an wê li Tirkiyeyê leşkeran perwerde bike, bi saya vê jî derbarê pergala parastinên NATOyê de wê bighêjin agahiyên îstîxbaratî.

Her wiha ji ber daxuyaniyên neyinî yên derbarê S-400an yên DYA û NATOyê serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bertek nişan dabû.

Bi heman mijarî:

Rûsya: Peymana di navbera me û Tirkiyê ya li ser moşekên S-400 herdu aliyan jî memnûn kir
Amerîka: 'S-400 dê bibe sedema sepandina dorpêçan, werin em ji bo alternatîvê bixebitin'
Moşekên S-400 ji bo Amerîka çima pêximker in?
Rîyad bi kirîna S-400 dixwaze nakokiyên di navbera Rûsya û Emerîkayê de bikar bîne
Yildirim: Ji bo S-400 me li hev kir, biryara dawî wê Komîteya Pîşesazî ya Parastinê bide
Etîketan:
Pergal, Moşek, NATO, Serokê Komîteya Leşkerî yê NATOyê Petr Pavel, DYA
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de