00:44 26 Nîsan 2018
    Chung Eui-yong

    Trump û Serokê Koreya Bakur di meha gulanê de wê hevdîtinekê pêk bînin

    © REUTERS / Leah Millis
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump daxwaza hevdîtin a Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un qebûl kiriye û wê di meha gulanê de bicivin.

    Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Koreya Başûr Chung Eui-Yong piştî hevdîtina berpirsên amerîkî li Qesra Spî daxuyaniyeke çapemenî li dar xist.

    Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Koreya Başûr Chung Eui-Yong di axaftina xwe behsa nameya Serokê Koreya Bakur ku ji Donald Trump re şandiye û daxwaza hevdîtinê dike kir û got: "Serok Trump ji bo Nîvgirava Koreyê ji çekên nûkleerî were paqijkirin di meha gulanê de wê bi Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un re bicive."

    ‘KOREYA BAŞÛR WÊ NIKARIBE CERIBANDINAN BIKE'

    Chung Eui-Yong di berdewamiya axaftina xwe de got: "Kim Jong-un soz da ku wê êdî Koreya Bakur ceribandinên nûkleer û moşekên balîstîk neke. Herwiha got divê tetbîqatên leşkerî yên rûtîn ên navbera Koreya Başûr û Amerîkayê berdewam bin. Em hêvî dikin bi van gavan çareseriyeke aştiyane were sazkirin."

    Bi heman mijarî:

    Trump: Dibe ku di vekirina balyozxaneya Amerîka ya Qûdsê de amade bim
    Merkel û Trump rewşa Sûriyê axivîn
    Trump û Macron li ser agirbesta li Sûriyeyê li hev kir
    Şêwirmendeke din a Trump îstîfa dike
    Trump bi serokên ereban re li ser Îranê axivî
    Etîketan:
    Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Koreya Başûr, Chung Eui-yong, Koreya Bakur, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de