21:45 25 Gulan 2018
Fermandarê Hêzên Ewropayê yên Amerîka û Hêzên Hereketê yên NATOyê Orgeneral Curtis Scaparrotti

Generalê amerîkî: Hevpeymaniya bi Tirkiyê re û ‘şirîkatiya kurdan’ fikrekî dide

© Flickr/ UNC - CFC - USFK
Amerîka
Lînkê kurt
0 01

Fermandarê Hêzên Ewropayê yên Amerîka û Hêzên Hereketê yên NATOyê Orgeneral Curtis Scaparrotti, li Komîteya Hêzên Çekdarên Amerîkayê bersiv da pirsên senatoran.

Orgeneral Scaparrottî li ser piras xerabûna têkiliyên bi Tirkiyeyê re ji ber piştgiriya YPGê, kurd wek ‘şirîkên Amerîkayê' yên dijî DAIŞê şer dikin bi nav kir û got, divê ji bo hevpeymaniya bi Tirkiyeyê re li ser berjewendiyên domdar bê hizirîn.

'PÊWÎSTE EM LI BERJEWENDIYÊN DOMDAR BINÊRIN'

Generalê amerîkî li ser mijarê got, "Nêzîkatiya min a ji bo vê mijarê (pêwendiyên Amerîka-Tirkiye) wiha ye: Dema em bi hev re kar bikin, ligel berjewendiyên herdu welatan ên lezgîn pêwîste em li berjewendiyên domdar binêrin. Her çiqas pêvajoyeke tevlîhev û zehmet be jî em dikarin ji heq derkevin û berjewendiyên xwe bi dest bixin."

'ŞIRÎKATIYA KURDAN Û HEVPEYMANIYA BI TIRKIYEYÊ RE FIKREKÎ DIDE'

Scaparrottî herwiha bi bîr xist ku divê ew li aliyekî têkiliyên xwe yên hevpeymana NATO Tirkiyeyê bihêz bikin û bidomînin û li ser armancên domdar jî wiha got: "Dê karê ku wek hevpeymana NATOyê em bi hev re dikin û şirîkatiya me ya bi kurdan re ya di têkoşîna dijî DAIŞê de, di vê bareyê de fikrekî bide."

 

Bi heman mijarî:

Washington û Enqere li ser Sûriyeyê civiyan: Mijara Efrînê ne surprîz e
Parlamentarê HDPê yê li meclîsê lêdan xwaribû 45 rojan rapor stand
Ji bo xwişka Bexdadî cezayê îdamê hat sepandin
Ji NATOyê hişyariya Efrînê bo Tirkiyeyê: Sînordar bikin
Piştgiriya bo Pûtîn bi ser 60%î de ye
Robotek di 0.38 saniyeyan de Kupê Rûbikê rast dike
Etîketan:
Sûriye, Tirkiye, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de