17:32 25 Nîsan 2018
    Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert

    Washington û Enqere li ser Sûriyeyê civiyan: Mijara Efrînê ne surprîz e

    © AFP 2018 / Mandel Ngan
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert ragihand, ji 3 komîteyên teknîkî yên gotûbêjên navbera Amerîka û Tirkiyeyê, komîteya Sûriyeyê li Washingtonê civiyaye û mijara Efrînê jî di civînan de ne surprîz e.

    Nauert di civîna rojnamevanî de diyar kir, dê civîna komîteyên Amerîka-Tirkiyeyê sibe jî berdewam bikin û da zanîn, gelek mijarên ku nûnerên herdu welatan derbarê Sûriyeyê de biaxivin hene.

    Nauert li ser pirsa derbarê operasyona Efrînê de jî got ku ne surprîz e ku di nav mijarên gotûbêjan de be.

    Berdevka wezaretê ragihand ku tê plankirin sibe daxuyaniyeke nivîskî derbarê civînan de were dayîn û hêvî kir ku mijarên werin gotûbêjkirin serkeftî bin.

    Piştî hevdîtina Wezîrên Derve yên Tirkiye û Amerîkayê biryar li ser avakirina mekanîzmayên danûstandinan hatibû wergirtin û hatibû ragihandin ku dê civîna yekem 8ê Adarê li Washingtonê were lidarxistin.

    Bi heman mijarî:

    Parlamentarê HDPê yê li meclîsê lêdan xwaribû 45 rojan rapor stand
    Ji bo xwişka Bexdadî cezayê îdamê hat sepandin
    Hevpeymaniya Navdewletî: Dê YPG herêma Firatê bernede
    Ji NATOyê hişyariya Efrînê bo Tirkiyeyê: Sînordar bikin
    Amerîka derbarê kirîna S-400an de fişar li Tirkiyeyê kirin: Dê encamên wê hebin
    Piştgiriya bo Pûtîn bi ser 60%î de ye
    Etîketan:
    Efrîn, Sûriye, Tirkiye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de