06:23 21 Gulan 2018
    Dîrektorê Ewlehiya Neteweyî yê Amerîkayê Daniel Coats

    ‘Tirkiye li rojhilata navîn lê dixebite ku daxwaziyên kurdan asteng bike’

    © REUTERS / Joshua Roberts
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 40

    Daniel Coats di civîna xwe ya bi rojnamevan re Operasyona Tirkiyê ya li ser Efrînê nirxand. Coats “Tirkiye li rojhilata navîn lê dixebite ku daxwaziyên kurdan asteng bike”

    Dîrektorê Ewlehiya Neteweyî yê Amerîkayê Daniel Coats îro di civîna xwe de anî ziman ku: Tirkiye li rojhilata navîn lê dixebite ku daxwaziyên kurdan asteng bike. Operasyona Tirkiyê ya li dijê Efrînê, têkoşîna ku li hember DAIŞê tê dayîn qels dike û ewlehiya leşkerên Amerîkayê jî dixe xeterê.

    Coats di çarçoveya mijara qirîza Sûriyê de anî ziman ku "li ser axaftinên ku ‘Esad çekên kîmyevî bi kar tîne' rêvebiriya Qesra Spî li dixebite ku bi vê hincetê cara din êrişê Hikûmeta Sûriyê bike."

    Daniel Coats di dewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku: Hûn Trump dinasin, bidin bîra xwe ku Trump sala çûyî bertekek çawa da û di encamê de êrişê kir. Dibê ku anha jî kesên berpirsiyar li ser vê meselê diaxivin.

     

    Bi heman mijarî:

    Sûriye: Çekên me yên kîmyewî tune ne
    '5 welat bi dizî civiyan: Sûriye perçe dibe û Tirkiye di xeterê de ye'
    'Ji aliyê meşrûiyetê ve divê Sûriye Efrînê ji Tirkiyeyê biparêze'
    Ji Rûsyayê bo Amerîka û Tirkiyê: Divê Sûriye ya Sûriyeyiyan be
    Etîketan:
    Amerîka, çekên kîmyawi, Beşar esad, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de