17:06 25 Nîsan 2018
    Ilker Başbug

    Sererkanê berê yê tirk li Amerîkayê bi ala YPGê hat protestokirin

    © AP Photo / Burhan Ozbilici
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 20

    Sererkanê berê yê artêşa tirk Ilker Basbug gava li Amerîkayê diaxivî, komekê bi alaya YPGê ew protesto kir. Basbug di bin çavdêriya polîsan de ji salonê hat derxistin.

    Li gorî nûçeya rojnameya tirk ya bi navê Hurriyetê sererkanê berê yê artêşa tirk Ilker Başbug gava li bajarê Baltimore yê Amerîkayê li Zanîngeha John Hopkins diaxivî, komekê ew bi alaya YPGê protesto kir.

    Kesên çalakvan ji aliyê hêzên ewlehiya taybet ya zanîngehê ve ji salonê hatin derxistin lê agahiya ku got, çalakvan li derveyî salonê dipên, bername zûka hat xilaskirin. Piştî bernameyê Başbug di bin çavdêriya polîsan de ji salonê hat derxistin.

    Li gorî nûçeyê Basbug di axaftina xwe de behsa êrîşên artêşa tirk yên li ser Efrînê dikir û piştgiriya Amerîkayê ya ji bo YPGê rexne dikir.

    Bi heman mijarî:

    Rûsyayê ji bo biryara KENY bangî Amerîkayê kir
    Amerîkayê spasiya Tirkiyeyê kir
    Şêwirmendê Erdogan: Tirkiye amadehiyan dike ku bersiva Amerîkayê bide
    Tirkiyeyê ji bo YPGê bersiv da Amerîkayê: Beredayî peyiviye
    Amerîkayê dîsa ji bo peymana nûkleerî Îranê tehdîd kir
    Etîketan:
    protestokirin, YPG, Sererkanê Giştî yê Tirkiyeyê yê berê, Ilker Başbug, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de