04:07 20 Nîsan 2018
    Senator Dan Coats

    Amerîka ji bo êrîşî Sûriyeyê bike sînyal da

    © AFP 2018 / Bryan R. Smith
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Saziya Îstixbarata Neteweyî ya Amerikayê Daniel Coats li ser îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve got ku Amerika dikare êrîşeke wekî ya sala par li dijî rêveberiya Beşar Esed pêk bîne.

    Coats li ser pirseke senatorekî amerîkî ya derbarê bikaranîna gaza klorê de li Sûriyeyê got, "Em vê wek çeka îmhakirina cemawerî dinirxînin. Li wir ji gaza sarîn zêdetir gaza klorê tê bikaranîn. Em hîn li ser vê yekê ne xwedî agahiyên têr in. Hemû alî hevdu tawanbar dikin. Me hêj nirxandinên xwe temam nekirine, lê belê em li ser vê mijarê gelekî bi fikar in."

    'BI AWAYEKÎ CIDÎ LI SER TÊ AXAFTIN'

    Coats di berdewama bersiva xwe de destnîşan kir, "We berteka serok (Trump) ya ji bo êrîşa sala par dît. Ev niha dema em diaxivin jî bi awayekî cidî li ser tê axaftin, lê dîsa jî dibêjim, divê ev di civîneke pişt deriyan de bê axaftin."

    Amerîkayê sala borî bi hinceta ku Sûriyeyê li devera Xan Şêxûnê çekên kîmyewî bikar anîne û sivîl kirine armanc bi biryara Serokê Amerikayê Donald Trump bingeha leşkerî ya Şeyrat a Suriyeyê ji aliyê Amerikayê ve bi moşekên deryayî hatibû armanc kirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Babê wesayîta bombebarkirî hat teqandin
    ‘Nêzîkbûna Rûsya û Tirkiyeyê ne mebesta dabeşkirina NATOyê ye'
    Ebadî: Wê berî Newrozê mûçe bên şandin û balafirgehên Kurdistanê vebin
    ‘Bedewtirîn lîstikvana Voleybolê li Cîhanê' ji Spûtnîkê re axivî
    KENY bi daxwaza Fransa û Brîtanyayê ji bo 'serneketina' agirbesta Sûriyeyê dicive
    Şoygu derbarê qezaya li Sûriyeyê raportek pêşkêşî Pûtînî kir
    Etîketan:
    Sûriye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de