05:02 21 Nîsan 2018
    Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu û Serokê Amerîkayê Donald Trump

    Trump: Dibe ku di vekirina balyozxaneya Amerîka ya Qûdsê de amade bim

    © REUTERS / Kevin Lamarque
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku dibe ew beşdarî vekirina balyozxaneya Amerîkayê ya li Qûdsê bibe.

    Piştî hevdîtina li Koşka Spî ya bi Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû re, Trump li ser beşdarbûna xwe ya merasîma vekirina balyozxaneya Qûdsê got, "Em li rêya hatinê digerin. Ger mimkun be ez ê werim."

    Trump da xuyakirin, piştî bazariya ku wî kiriye bihayê çêkirina avahiya balyozxaneyê ji 1 milyaran dolaran daxistiye 250 hezar dolaran.

    Netanyahû jî biryara paytext nasîna Qûdsê ya Amerîkayê wekî biryareke dîrokî nirxand û got, dê ev biryara Trump bi sed salan jî were bîranîn.

    Serokê Amerîkayê Donald Trump meha Kanûna 2017an biryara veguhestina balyozxaneya Îsraîlê bo Qûdsê dabû û Wezîrê Gihandin û Îstixbaratê yê Îsraîlê Katz jî gotibû, dê balyozxane 143e Gulanê de ango di roja damezirandina Îsraîlê de bo Qûdsê bê veguhestin.

    Bi heman mijarî:

    ‘Li girtîgehê heta ku ji ser hişê xwe çû îşkence li hevserokê DBPê Arslanî kirin'
    Reuters: Rosneft Kurdistanê û Iraqê nêzîkî hev dike
    Rojnameger Suren bi mercê 'qedexeya derketina derveyî welêt' hat berdan
    Li Enqerê 4 iraqî bi gumana êrîşa balyozxaneya Amerîkayê hatin girtin
    Şirketeke almanî plan dike ku ‘otomobîlên ku dikarin bifirin' çêbike
    Etîketan:
    Qûds, Îsraîl, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de