17:28 20 Nîsan 2018
    Amerîka - Vîetnam

    Keştiya şer a Amerîkayê li keraxên Vîetnamê ye

    © REUTERS / Kham
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Keştiyeke şer a Amerîkayê USS Carl Vinson piştî Şerê Vîetnamê ku 43 sal berê qewimîbû cara yekemîn serdana wî welatî dike.

    Keştiya şer a Amerîkayê USS Carl Vinson bi hevkariya kruvazor û destroyera hewl dide li Deryaya Çînê tevgera Çînê asteng bike. Keştî bi 6 hezar muretebatê xwe li lîmana Danang a Vîetnamê sekini.

    Berdevkê Wezareta Derve yê Vîetnamê Le Thi Thu Hang di axaftina xwe de got: "Keştiya USS Carl Vinson ji bo taqasa teknîkî, pêşbirkên spor û hinek çalekiyan dostanî serdana welatê me kir."

    Le Thi Thu Hang di berdewamiya axaftina xwe de got: "Serdan wê hevkariya herdu welatan xurt bike û dê bandoreke erênî li têkiliyên dualî, geşepêdan, ewlehî, aramî û aştiyê bike."

    Vîetnamê piştî şer di sala 1995an de têkiliyên xwe bi Amerîkayê re normalîze kirin û Washîngtonê jî di sala 2016an de ambargoya çekan a ser Vîetnamê rakiribû.

    Bi heman mijarî:

    Bahçeli: Em ê 5 qatê Vîetnamê bînin serê Amerîkayê
    Trump li Vîetnamê: Dewletên Asya- Pasîfîkê ne peykên tu kes î ne
    Pûtîn û Trump sibê li Vîetnamê hevdîtin pêk tînin
    Etîketan:
    Berdevkê Wezareta Derve yê Vîetnamê, Keştiya şer a Amerîkayê USS Carl Vinson, Le Thi Thu Hang, Vîetnam, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de