21:19 24 Nîsan 2018
    xelatên oscarê

    Xelatên Oscarê gîhaştin xwediyê xwe

    © REUTERS / Mike Blake
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Xelatê Akademiyê ev 90 sal e ji aliyê Akademiya Zanist û Hunerên Sînemayê ve ji sala 1929an ve li Los Angelesê tê dayîn. Di xelata lîstikvanê herî baş yên mêran de Gary Oldman, di xelata lîstikvana herî baş a jinan de Frances McDormand û di filmê herî baş de jî The Shape of Water bi ser ket.

    Organîzasyona Xelata ku bi navê Oscarê tê zanîn li Dolby Theaterê bi pêşkeşvaniya Jimmy Kimmel ve hat lidarxistin. Di merasîma xelatdayinê de kêmasiya derhênerên jin jî ji aliyê pêşkeşvan Kimmel ve hat rexnekirin. Di fîlmê ku hatine kişandin de ji %11 ji aliyê derhenêrên jin ve hatine kişandin.

    Xelatên ku hatin dayin wiha ne:

    Xelata Fîlmê Herî Baş The Shape of Water

    ​Xelata Beşa Lîstikvaniya Jin Ya Herî Baş Frances McDormand di fîlmê 'Three Billboards Outside Ebbing, Missouri' de bidestxist.

    ​Xelata Lîstikvanê Mêr Yê Herî Baş Gary Oldman bi fîlmê ‘Darkest Hour' bidestxist.

    ​Xelata Derhênerê Herî Baş Guillermo del Toro bi fîlmê 'The Shape of Water' qezenç kir.

    ​Di xeleta Derhênerê Herî Baş yê Dîmenan de Blade Runner 2049 bi ser ket.

    ​Xelata Mûzîka Fîlmê Herî Baş, 'The Shape of Water'.

    ​Xelata Kurtefîlmê Herî Baş, fîlmê bi navê 'The Silent Child' bidestxist.

    Xelata Belgefîlma Kurt ya Herî Baş 'Heaven is a Traffic Jam on the 405' wergirt.

    Xelata Fîlmê Anîmasyonê çû ji fîlmê bi navê 'Coco' re.

    ​Werzîşkarê basketbolê yê efsanewî NBAyê Kobe Bryant bi fîlmê 'Dear Basketball' xelata Anîmasyona Kurt ya Herî Baş bidestxist.

    Xelata fîlmê di zimanê biyanî de fîlmê bi navê 'A Fantastic Woman' bidestxist.

    Bi heman mijarî:

    Çîroka Selahatin Demirtaş dibe fîlm
    Ji ber peyva "gerîla" nîşandana fîlm hat sekinandin
    Li sînemayeke Rûsyayê dema fîlm wê kebab jî bê xwarin
    Pakistan, hemû fîlm û rêzefîlmên Hindê qedexe kir
    Etîketan:
    oscar, Fîlm, xelat, Oscar, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de