05:33 22 Nîsan 2018
    Şervanê YPGê û leşkerê Amerîkayê li Sûriyê - Dêrik

    'Nûnerê amerîkayî xwest YPG beşdarî Cenevê bibe'

    © AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 40

    Li gorî nûçeyeke çapemeniya Lubnanê Amerîka ji bo Rûsya û Tirkiyeyê kontrol bike û Sûriyeyê jî perçe bike, planên veşartî çêdike. Li gorî vê yekê hat gotin ku Amerîka di 11ê Rêbendanê de li Washingtonê bi nûnerên îngiliz, fransî, urdun û siûdî re civiyaye û parçekirina Sûriyeyê axiviye.

    Berdevkê YPGê Nûrî Mehmûd
    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Li gorî telgrafeke ku malpera El Exbarê ya lubnanî ji Balyozxaneya Îngiltereyê ya li Washingtonê wergirtiye, Amerîka plan dike ku li Sûriyeyê Rûsya û Tirkiyeyê bigire bin kontrola xwe û li gorî wê telgrafê Cîgirê Wezîrê Karên Navxweyî yê Amerîkayê David Satterfield jî piştrats kiriye ku Serokê Amerîkayê Donald Trump biryar daye ku piştî têkbirina DAIŞê jî hebûna leşkerên Amerîkayê wê li Sûriyeyê berdewan bike.

    Hat diyarkirin ku armanca wê koma biçûk ya ku li Washigntonê civîn li dar xistiye, ew e ku bi rêya hevdîtinên Cenevê pêvajoya Astana-Soçiyê sabote bike û mixalefeta Sûriyeyê bixe bin bandora xwe.

    Herwisa hat gotin ku nûnerê amerîkayî di wê civînê de gotiye, divê PYD/YPG jî beşdarî pêvajoya Cenevê bibe û aniye ziman ku Tirkiye vê yekê asteng dike. Dîplomatê amerîkayî diyar kiriye ku peywendiyên Tirkiye û Amerîkayê jixwe xerab in û teqez e ku ev peywendî wê baş jî nebin.

    Bi heman mijarî:

    YPG: Helwesta Amerîkayê qels e
    Parlamentarê Swêdî li Efrînê serdana goristana YPG û YPJê kir
    Asya Abdullah: Dê YPG hemû deveran ji nû ve kontrol bike
    YPG: Li Efrînê sivîl tên kuştin
    Etîketan:
    YPG, Cîgirê Wezîrê Karên Navxweyî yê Amerîkayê, David Satterfield, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de