03:10 23 Nîsan 2018
    Leşkerên amerîkî li Sûriyeyê

    Rûsya: Amerîka li Sûriyeyê ji bo parastina terorîstan qadeke parastinê ava kiriye

    © AP Photo / Hussein Malla
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgirê Wezîrê Prastinê yê Rûsyayê Aleksandr Fomin diyar kir ku Amerîka li Sûriyeyê ji bo herêma xwe ya kontrolkirî di destê xwe de bihêle terorîstan bikar tîne.

    Aleksandr Fomin ji televizyona Rossiya 24ê re axivî, "Ne pêkan e ku li baregeha bajarê El Tanfê ya li nêzîkî sînorê Iraq û Urdunê hatiye sazkirin ku mezinahiya 55 Kîlometrekare ye bi me re fikaran çê neke. Amerîka li rojavayê Sûriyeyê û sînorê Iraqê ji bo parastina terorîstan qadeke parastinê ava kiriye. Terorîst li vê derê amadehiya şer dikin, bi çekan têne arestekirin û ji vê deverê êrişan pêk tînin. Ev yek di bin banê hêzên taybet ên amerîkî û yekîneyên din ên wê de tê kirin."

    Fomin herwiha got, Amerîka ji karwanên alîkariyên mirovî yên li kampa Rukhbanê re ku nêzî El Tanfê ye astengiyan derdixe, ji ber vê ekê rewşa mirovî ya li kampê gelek xirab e.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Divê Amerîka demildest ji El Tanfê hêzên xwe vekişîne
    Erdogan: Amerîka derbarê Minbicê de pêşniyarek li me kir
    Li Xurmatuyê teqîn: 5 pêşmerge birîndar bûn
    DAIŞê li Mûsilê êrişek pêk anî: 7 leşkeran can da
    Etîketan:
    Karwanên mirovî, El Tanf, Leşkerên amerîkî, Alîkariyên mirovî, parastin, En Tanf, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de