04:08 20 Nîsan 2018
    Pentagon

    Amerîka sala bê dê çeka hîpersonîk biceribîne

    © AP Photo /
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 10

    Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku di warê teknolojiya hîpersonîk de xebatên xwe didomîne û got ceribandinên çeka hîpersonîk sala were destpê dikin.

    Dîrektorê ajansa hilberîner a teknolojiyên parastinê yê Amerîkayê DARPAyê Steven H. Walker, "Me hay jê heye ku em bi welatên weke Rûsya û Çînê re pêşbaziyê dikin."

    Walker da zanîn ku DARPA bi hevkariya Hêzên Çekdar ên Amerîkayê û Daîreya Hewa û Fezayê ya Amerîkayê (NASA) re çeka hîpersonîk bi pêş de biriye û ev yek xebata wan a sereke ye.

    ÇEKÊN NÛ YÊN RÛSYAYÊ

    Serokê Dewlete Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di çarçoveya axaftina xwe ya salane de ji bo endamên Meclîsa Federal ya parlamentoya Rûsyayê axivîbû anîbû ziman ku, di cebilxaneya Rûsyayê de çekeke nû ya supersonîk (ji deng bi leztir e) heye ku ti moşekşikên nikare wê bişopîne.

    Herwiha Pûtîn bi awayekî berfireh behsa çekên bêmînak ên Rûsyayê kiribû.

    Piştî axaftina serokê rûsî bersiva Amerîkayê dereng nema. Fermandarê Fermandariya Stratejîk a Amerîkayê (STRATCOM) General John Hyten diyar kiribû ku ji bo Washington bersiv bide çekên hîpersonîk divê pergaleke radarê ya ku bikaribe li rêgehê bicih bike hilberînê.

     

     

    Bi heman mijarî:

    ‘Em navê sîngên Melania li çeka nû ya rûsî bikin’
    ‘Dê Amerîka li nêzîkî sînorê Rûsyayê 400 fuzeyan bicih bike’
    Ji Rûsyayê hişyarî: Milîtan li Xûtaya Rojhilat amadekariya provokasyona kîmyewî dikin
    Xamaney: Esad nîşan da ku şervanekî mezin e
    Salih Muslim: Tenê Rûsya dikare êrîşên Tirkiyeyê rawestîne
    Etîketan:
    Çekên Hîpersonîk, Çek, Rûsyayê, Rûsya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de