05:07 23 Hezîran 2018
YPG-Efrîn

Pirsporê Amerîkî: Dibe ku piştê operasyona Efrînê pirsgirêka PKKê mezintir bibe

© REUTERS / Rodi Said
Amerîka
Lînkê kurt
0 30

Pirsporê Amerîkî Aaron Stein operasyona li ser Efrînê nirxand: Dibe ku piştê operasyona Efrînê pirsgirêka PKKê mezintir bibe. Herwiha Stein destnîşankir ku operasyon di hela stratejik ve ne bimentiq e.

Pirsporê Amerîkî yê rojhilata navîn Aaron Stein operasyona Efrînê û hatina hêzên rejima Sûriyê ji DW re nirxand. Aaron Stein "bi min Tirkiye encamên vê operasyonê baş hesab nekiriye."
Aaron Stein hatina hêzên Hikûmeta Sûriyê ya Efrînê wiha nirxand: Vê gav hêzên biçûk hatin lê eger ev mezin bibe wê pirsgirêk jî mezin bibe. Lewra hatina van hêzan ya Efrînê, Tirkiye jî nedixwest Rûsya jî nedixwest, lê dîsa jî hatin. Ev tê wê maneyê ku rejîm teqez li hember Tirkiyê ye. Eger ev qirêza di navbera wan de mezin bibe Rûsya wê xwe bide aliyê rejime.

‘BI MIN STRATEJIYEK XELET E'

Operasyona Efrînê - leşkerên tirk
© REUTERS / Ümit Bektaş
Stein di berdewamiya axatina xwe de li ser pirsa "wê encameke çawa ji operasyona Efrînê derê?" wiha axivî: Operasyona Efrînê ne wek a el-Babê ye. Operasyona Efrînê hem mercên wê pir dijwar in hem jî gelek aktor tê de hene. Mesela aktorên wek Amerîka, Rûsya û Îran. Tişta ku Tirkiye dixwaze bike, gere ev aktorana jî qebûl bikin. Lê niha wisa naxûye. Aaron Stein herwiha balê kişand ser ku li herêma Efrînê nifûsa kurdan gelek e û nifûsek PKKê jî li wir heye. Tirkiye gere baş hesab bike ku gelo piştê Efrînê wê PKK çi bike? Ez bawerim ku wê pirsgirêka PKKê xerabtir be li Tirkiyê. Stein destnîş kir ku "dixûye Erdogan xwe serkeftî dibîne lê ne wisa ye. Erdogan li îstatîstikan dinhêre û dibê em serkeftîn e, lê serkeftina leşkerî ne serkeftina siyasî ye."

‘LI SÛRIYÊ YÊ LI HEMBER TIRKIYÊ ÎRAN E'

Di çarçoveya vê meselê Aaron Stein stratejiya Îranê jî bi vê awayê anî ziman: Di mesela Efrînê de em dibînin ku di navbera Rûsya û Tirkiyê de lihevkirinek heye lê teqez Îran ne di nav vê bazarê de ye. Li Sûriyê, yê ku politikaya wê herî zelal Îran e. Îran dibe "çi dibe bila bibe Esad wê bimîn e" dema em di vê pencerê de binhêrin em dibînin ku ne mumkun e Tirkiye û Îran bi hev bikin. Îran lê dixebite ku pilana di navbera Rûsya û Tirkiyê de xerab bike.

‘JI VIR PÊ DE WÊ ÇI BIBE'

Aaron Stein di dawiya axaftina xwe de got ku: Bi rastî wê çi bibe ne zelal e. Tirkiye her diçe bêhtir tev li şerê Sûriyê dibe. Ev jî wê pirsgirêka PKKê mezintir bike. Amerîka dixwaze hevkariya xwe ya bi kurdan re bidomîne û li hember DAIŞê şer bike, lê destê wê ji Tirkiyê jî nabe. Lê ez dikarim bibêjim ku îro li Amerîkayê siyaseta li hember Tirkiyê hinek din nermtir bûyê.

 

Bi heman mijarî:

Erdogan: Piştî ku me Efrîn dorpêç kir em dê bi stratejiyeke nû operasyonê bidomînin
Xaça Sor a Navnetewî: Em hîn jî xwe nagihînin Efrîn û Xutaya Rojhilat
Kiliçdaroglu: Efrîn wê bibe gola xwînê
Piştî Şivan Perwer Hozan Birader jî ji bo Efrînê stran got: Ez Efrîn im!
Etîketan:
Îran, tirkiye, efrîn, Aaron Stein, amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de