15:02 22 Gulan 2018
    Rus ordusundan S-400'lü tatbikat

    Amerîka: 'S-400 dê bibe sedema sepandina dorpêçan, werin em ji bo alternatîvê bixebitin'

    © Sputnik / Alexander Galperin
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku Wezareta Derve ya Amerîkayê û Wezareta Bergiriya Amerîkayê (Pentagon) di civîneke rojnamevanî de, li ser kirîna sîstemên parastina hewayî S-400ên rûsî hişyarî dane Tirkiyeyê.

    Li gor nûçeya Haberturkê rojnamevan bi polîtîkayên NATOyê hatine agahdarkirin û hatiye gotin, "Ger Tirkiye sîstemên parastina hewayî S-400ên Rûsyayê bistîne, dibe ku rûbirûyî dorpêçan bibe' û peyama ‘Werin em bi hev re kar bikin û alternatîva S-400an bibînin' bo Enqereyê hatiye dayîn.

    'JI BO S-400AN ENDÎŞEYÊN ME HENE'

    Rayedarekî ji hikûmeta Amerîkayê derbarê gefa Rûsyayê li ser NATOyê û krîza navbera Tirkiye-Amerîkayê ev peyam daye:

    ''Amerîka ji daxwaza Tirkiyeyê ya bihêzkirina parastina hewayî fêm dike. Lê ji bo peydekirina sîstemên S-400an endîşeyên me hene. Dibe ku xebitandina van sîsteman bi sîstemên NATOyê re bandoreke neyînî çêke û li gorî qanûna nû li Kongreya Amerîkayê hatiye pesendkirin, dibe ku Tirkiyeyê rûbirûyî dorpêçan bihêle."

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Boykota şampiyoneya biatlon ya Amerîkayê, biryarek siyasî ye
    Erdogan: Yên fermana seferberiyê ji wan re hatiye bila ji bo Efrînê amade bin, lê...
    'Çapemeniya Spanyayê alîgirên rûsî wek milîtanên rêxistinê dan nasîn'
    Kurdistanî li Hewlêr, Silemanî û Helebçeyê daketin kolanan
    Sergeyevaya rûs ji lîstikên olîmpiyatan hat menkirin
    Milîsan kontrola baregaha leşkerî bi dest xist: 25 kuştî
    Etîketan:
    S-400, Rûsya, Amerîka, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de