13:45 21 Hezîran 2018
Efrîn - ASA

‘Dibe ku Erdogan Efrînê ji Esad re bihêle û bêje ewlehiya sînor temam e'

© REUTERS / Khalil Ashawi
Amerîka
Lînkê kurt
0 20

Di nûçeya derbarê operasyona Efrînê ya New York Timesê de hat ragihandin ku heke kontrolkirina bajarê Efrînê ji hikûmeta Sûriyeyê bê berdan wê rewş xiraptir bibe, lê ji bo derketina artêşa Tirkiyeyê wê rêyek guncav xuya bibe ku ji Efrînê derkeve.

Şîrovekarê Rojhilata Navîn yê ingilistanî Michael Stephens derbarê operasyona artêşa Tirkiyeyê ya dijî Efrînê de gotarek parve kir. Stephens di gotara xwe de da zanîn ku heke Esad li dijî PYDê tevbigere Erdogan dikare îdîa bike ku serdestiyek stratejîk bidestxistiye.

Şîrovekarê ingillîzî îdia kir serokomarê Tirkiyeyê Erdogan dikare herêmê bidest hikûmeta Sûriyeyê de berde û paş de vekişe û ji raya giştî re bilêv bike ku me ewlehiya sînor çarser kiriye.

Ji aliyê din ve Carlotta Gall jî di gotara xwe de da zanîn ku pêşniyaza ku kontrola Efrînê ji hikûmeta Sûriyeyê re bila bê berdan wê rewşê xiraptir bike, lê ji bo Erdogan rêyek e ku ji Efrînê derkeve.

Her wiha Gall di berdewamiya gotarê de got ku gelek şervanên Artêşa Sûriyeya Azad bi hêviya ku cardin li gundê xwe yên Bakurê Sûriyeyê vegerin şer dikin. Lê gelek şervan hatin kuştin û niha ji armanca xwe dûr in. Ji aliyêdin ve derbarê operasyona Tirkiyeyê de jî bilêv kir ku pozisyona stratejîk ya Tikriyeyê qels e û ji bo serdestiyek bi taktik Tirkiye li qadê ye.

Bi heman mijarî:

Lavrov: DYA ji welatên Amerîkaya Latîn, Asya û Afrîkayê dixwaze êdî ji rûsan çekan nekirin
DYA beşdarî Soçiyê nabe: ‘Li şûna Soçiyê werin NYyê’
Balyozxaneya DYA: Tirkiyeyê teminat da, tengkirina vîzeyan hat rakirin.
Senatorê rûsî Cabarov: DYA bi biryarên şaş îtibara xwe winda dike
Etîketan:
ASA, Erdogan, Sûriye, Efrîn, PYD, Carlotta Gall, Michael Stephens, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de