11:51 27 Nîsan 2018
    Nûnera Daîmî yê Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Nikki Halley

    Haley: Dibe ku li hember hêzên hikûmeta Sûriyeyê hêza leşkerî bê bikaranîn

    © AFP 2018 / KENA BETANCUR
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 02

    Nûnera Daîmî yê Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Nikki Haley diyar kir ew îhtimala bikaranîna hêzên leşkerî li hember hêzên hikûmeta Sûriyeyê derveyî îhtimalan nabînin.

    Haley li Enstîtuya Siyasetê ya Zanîngeha Chicagoyê axivî û anî ziman, "Çareseriya leşkerî tu wext ne li derveyî îhtimalan e lê ji ber parastina mirovan ji çekên kîmyewî em dixwazin hemû tiştên pêwist bikin."

    ‘GER EM DELÎLÊN ÇEKÊN KÎMYEWÎ BIBÎNIN EM DÊ TÊKEVINE DEWRÊ'

    Haley amajê pê kir ku eger agahiyên bikaranîna çekên kîmayewî werine piştrastkirin çawa ku Washingtonê di Nîsana 2017an de li hedefên Sûriyeyê da dibe ku hedefên din ên Sûriyeyê jî were xistin û wiha pê de çû, "Êrişên bi moşekî hema wisa nayên kirin. Divê were famkirin ku li devera kut ê xistin kî heye. Serokê Amerîkayê Donald Trum dibêje em planên xwe eşkere nakin lê eger di warê bikaranîna çekên kîmyewî de delîl bêne dîtin Esad fam dike ku em dê têkevine dewrê."

    ‘AMERÎKA DI FIŞARÊN LI SER RÛSYAYÊ DE BERDEWAM E'

    Haley destnîşan kir ku Amerîka fişarên xwe yên li ser ‘Rûsyaya ku hikûmeta Esad diparêze û ji alikariyên mirovî bo Gûtayê asteng dike' berdewam dike.

    Bi heman mijarî:

    Nikki Haley: Em rêzê ji daxwaza gelê Kurdistanê re digirin
    Haley: NY zorîyê li Îsraîlê dike
    Haley tund axivî: Ya hûn hevalê me ne an jî hûn ê Koreya Bakur in
    Haley: Em piştgiriyeke tam didin çareseriya du dewletî
    Etîketan:
    fişarên Amerîkayê li ser Rûsyayê, bikaranîna çekên kîmyewî, daxuyanî, Niki Haley, Rûsya, Amerîka, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de