11:41 21 Hezîran 2018
Efrîn protesto - YPG

Amerîka: YPG ji ber têkiliya malbatî diçe Efrînê

© AP Photo / YPG Press Office
Amerîka
Lînkê kurt
0 20

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert da xuyakirin ku tiştê li Efrînê diqewime têkoşîna dijî DAIŞê asteng dike û got, ‘Em dibînin ku hin hêzen em bi wan re dixebitin, ber bi Efrînê ve diçin. Li wir têkiliya wan a malbatî heye.”

Nauertê diyar kir ku li herêma rojhilatê Sûriyeyê hin endamên YPGê yên dijî DAIŞê şer dikin, ber bi Efrînê ve diçin û got, "Tiştê ku li Efrînê diqewime dihêle ku li şûna têkoşîna dijî DAIŞê bala xwe bidin aliyekî din."

'EM NIHA JI BER EFRÎNÊ NIKARIN WEK BERÊ TÊKOŞÎNA DIJÎ DAIŞÊ BIKIN'

Berdevka amerîkî bal kişand ser ku agahiyên wan derbarê rêkeftina YPG û artêşa Sûriyeyê de tunene û li ser çûna hêzên YPGê ber bi Efrînê ve jî wiha axivî:

"Em dibînin ku hin hêzên em bi wan re kar dikin, ber bi Efrînê ve diçin. Têkiliyên wan ên malbatî hene, li wir girêdana wan a malbatî heye; dibe ku yek ji sedema vê ev be. Dubare em dibêjin, ev bala wan dide aliyekî din, lewra em niha nikarin wekî berê têkoşîna dijî DAIŞê bikin."

 

Bi heman mijarî:

Pûtîn: Leşkerên rûsî li Sûriyê bêhempabûna xwe nîşan dan
YPGê li ser topbarana ser ‘karwana sivîlan’ daxuyanî da
Ji TSKê daxuyaniya topbarana karwana ku diçû Efrînê
Nebenzya: Milîtanan mizakereyên çareseriyê yên Gutaya Rojhilat têk dan
Pentagon: Haya me ji rêkeftina YPG û Şamê nîne, ew der herêmeke pir aloz e
Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê bersiva rayedarê îranî da: Iraq serbixwe ye
Etîketan:
sûriye, amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de