16:23 18 Hezîran 2018
Amazon CEO Jeff Bezos

Jeff Bezos, saetek bi 42 milyon dolarê dide çêkirin

© AP Photo / Ted S. Warren, File
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Xwediyê Amazonê Jeff Bezos saetek ku wê 10 hezar sal bixebite dide çêkirin. Mesrefa çêkirina saetê 42 milyon dolar e.

Damezrînerê şerîketa Amazonê Jeff Bezos di hesabê xweyê twittirê de ragihand ku dest bi çêkirina saetek kiriyê. Lê bele ev saet ne saetek ji rêzê ye. Gor agahiyên ku hatin parvekirin ev saet, wê 10 hezar sal bixebite. Di saetê de her xulek wê 100 salê temsil bike ango saet sed sal carek xulekek diçe.
Li gorê agahiyên ku Bezos da xebatên çêkirinê ev demeke dest pê kiriye. Saet bi dirêjahiya xwe wê 152 mêtre be. Projeya ku wê 42 milyon dolar lê were xerckirin, hêj ne dîyar e ku wê kengê biqede.

Bi heman mijarî:

Malpera danûstendinê Amazonê bi şaşî 30 kîlo esrar şande kiryarekî xwe
Qeyrana aborî ya Kurdistanê bandor li zewacê kir: Rojane 31 jin û mêr hev berdidin
Iraq: Divê welatên Erebî li dijî Amerîkayê gavên dîplomatîk û aborî bavêjin
Li bajarê Hanoverê konferansa aborî ya Kurdistan û Almanyayê
Etîketan:
amazon, teknolojî, saet, Jeff Bezos, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de