17:30 22 Nîsan 2018
    Donald Trump

    Trump: Divê mamosteyên çekdar li dibistanan pêywirdar bin

    © REUTERS / Jonathan Ernst
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewleta Yekîtiya Amerîkayê (DYA) Donald Trump piştî êrîşa çekdarî ya li ser dibistanek li eyaleta Parklandê ku 17 kes hatin kuştin de bilêv kir ku mamosteyên xwedî bi çek li dijî bûyerên wisa wê bandordar bin.

    Hat îdiakirin ku Serokê Dewleta Yekîtiya Amerîkayê (DYA) Donald Trump dixwaze mamosteyan çekdar bike. Piştî êrîşa çekdarî ya bi ser dibistanek li eyaleta Parklandê ku 17 kesan jiyana xwe winda kir, bûyerên li dibistinan ket rojeva serok Donald Trump jî. Trump bi kesên ku ji êrîşê filîtîn û malbatên wan re li Qesra Sipî hatin ba hev. Her wiha piştî êrîşê gelên amerîkî bertek nîşanî Komelaya Tifingê ya Netewî dan ku çekdariya şexsî kêm bibe.

    Hat îdiakirin ku serok Donald Trump li dijî herêmên bêçek yên nêzî dibistanan derdikeve ku ewlehiya dibistanan bi çekdariya mamoste û pêywirdarên dibistanan ve bê çarserkirin.

    Trump piştî ku li malbat û bûyera êrîşa çekdarî guhdarî kir axivî û got: "Mamosteyekî ku bikaranîna çekan dizanîba li dibistanê hebûya, ev bûyer hewqas mezin nedibû. Hin mamoste di dema êrîşê de mecbur man bazdan, lê heke li dibistanan kesên bikaranîna çekan bizanibin hebin ji dêvla bazdanê wê êrîşkar bidin sekinandin."

    Bi heman mijarî:

    Li New Mexico êrîşî dibistanê kirin: 3 kes hatin kuştin
    Rûsya: Îdaiyên ku li ser baregeha Hmeymîmê êrîş pêk hatiye derew in
    Êrîş li dijî qereqola artêşa tirk: leşkerek mir û 5 leşker jî birîndar bûn
    Li Şamê bi roketan êrîş kirin: 3 kesan can da
    Etîketan:
    êrîş, dibistan, kuştin, Donald Trump, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de