22:04 19 Nîsan 2018
    Qeredax

    Li peşiya Balyozxaneya Amerîka teqîn

    © REUTERS / Stevo Vasiljevic
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 01

    Hat ragihandin ku li pêşiya avahiya Balyozxaneya Amerîkayê ya li Qeredaxê teqînek pêk hat.

    Hikûmeta Qeredaxê di hisabê xwe yê medya civakî yê Twitterê de peyamek belav kir û got: "Kesekî nasname nediyar li Podgoricaya paytextê welat piştî ku bombeyek avête avahiya Balyozxaneya Amerîkayê xwe kuşt."

    Li gor peyamê, teqemeniya ku hat avêtin îhtîmale bombeya destan be û di bûyerê ti kesî din zirar nediye. Balyozxaneyê jî alarma ewlehiyê da û ji hemwelatiyan xwest ku xwe ji avahiyê dûr bigrin.
    Teqîn nîvê şevê pêk hat û hêzên ewlehî dest bi lêkolînê kirine.

    Qeredaxa ku nifûsa wê 630 hezar e di referandûma 2006an de serxwebûna xwe ragihandibû.

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova: "Îdîayên ku Rûsya li Qeredaxê amadehiya derbeyê dike kampanya reşkirinê ye"
    Lavrov îdiayên 'hewldana derbeyê li Qeredaxê' derewandin
    NATO dê vexwendina endamtiyê ji Qeredaxê re bişîne
    Etîketan:
    Li pêşiya Balyozxaneya Amerîkayê teqîn, Qeredax
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de