19:47 24 Hezîran 2018
Heşda Şeibî

Amerîka ji Iraqê daxwaza berhevkirina tankên Abrams kir

© REUTERS / Stringer
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Rojnameya The Daily Beast a Îngîltereyê di nûçeya xwe de ragihand ku Amerîkayê ji Iraqê xwest tankên Abrams M1 ku di destê grûbên şîî de berhev bike.

Li gor nûçeya David Axeyê rojnameya The Daily Beast a Îngîltereyê, li gor tespîtan tanka Abrams M1 di destê Hizbullaha Iraqê û Tuxaya Seyyid el Şuheda yên girêdayî Heşda Şeibî de hatin dîtin lewma Amerîkayê ji rêvebiriya Bexdayê daxwaz kir ku van berhev bike.

Di berdewamiya nûçeyê de hat ragihandin ku Wezareta Parastin a Amerîkayê (Pentagon) derbarê mijarê de bi Wezareta Parastin a Iraqê re ketiye pêwendiyê û daxwaz kiriye ku bila ev tank ji destê van grûban weri derxistin.

Buhayê tanka Abrams nêzîkî 4.3 milyon dolar e û piştî hilweşandina rejima Sedam Huseyn Amerîkayê ji bo modernkirina artêşa Iraqê di sala 2008an de 140 heb şandibû. Tankên Abrams di êrişa bajarê Kerkûkê de li hemberî kurdan jî hatibûn bikaranîn.

Bi heman mijarî:

Pêşmerge bi çeka Çînê Abrams ruxand, Amerîka şok bû!
Tankên Abramsê yên Amerîkayê gihîştin Estonyayê
Heşda Şeibî: Em ê Amerîkayê ji tevahiya Iraqê paqij bikin
Heşda Şeibî banga vegera Şingalê li êzdiyan kir
Heşda Şeibî gundên erebên sunne yên li nêzikî Kerkûkê wêran dike
‘Heşda Şeibî tola endamên xwe yên DAIŞê revandibûn ji erebên sûne distîne’
Etîketan:
Wezareta Parastin a Iraqê, Wezareta Parastin a Amerîkayê (Pentagon), Iraq, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de