16:42 18 Hezîran 2018
John Kerry

John Kerry: Amerîkayê îtîbara xwe winda kir

© REUTERS / NTB Scanpix/Lise Aaserud
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Derve yê Amerîkayê yê berê John Kerry di axaftina xwe ya Konferansa Ewlehî ya Munihê de ragihand ku hikûmeta Donald Trump îtîbara Amerîkayê winda kir.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê yê berê John Kerry di axaftina xwe ya Munihê de got: "Hikûmeta Donald Trump îtîbara xwe winda kir û nebicihanîna berpirsyariya peymana nûkleerî tevlîhevî zêdetir kir. Dibêjin hûn çawa di mijara moşekan de bi Îranê re peymana nûkleerî îmze dikin. Niha di şertên heyî de kîjan rêvebirê îranî dikare bêje em bi Amerîkayê re li hev bikin an Amerîka dê vê peymanê bisepîne? Ev derbeya herî giran e ku me standiye. Eger armanc moşek, mafên însanî, çek an jî tiştekî din lihevhatin be ez dikarim bêjim ku me îtîbara xwe winda kiriye."

Ji roja ku Serokê Amerîkayê Donald Trump dest bi wezîfê kiriye dixwaze destkeftiyên Îranê yên peymana nûkleerî kêm bike. Trump meha berfenbarê ji Kongre û dewletên ewropayê dawxwaz kiribû ku madeyên peymana nûkleerî serast bikin.

Bi heman mijarî:

Telavîv: Yan ê peymana nûkleerî hilweşe yan jî Îsraîl wê li hemberî Îranê şer ragihîne
Lavrov: Em hêvî dikin Trump di mijara peymana nûkleerî ya Îranê de biryareke hevseng bide
‘Trump peymana nûkleerî ya bi Îranê re têk dibe'
Zarîf: Dibe Îran ji peymana nûkleerî vekişe
Ji Trump şîroveya peymana nûkleerî ya Îranê: Divê ew peyman nehata îmzekirin
Rûsya hêza xwe ya nûkleerî di çarçoveya peymana STARTê de berfireh dike
Etîketan:
Wezîrê Derve yê Amerîkayê yê berê, John Kerry, Îran, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de