11:43 21 Hezîran 2018
USS Carney

Destroyera duyemîn a Amerîkayê gihîşte Deryaya Reş

© Flickr/ Gonzalo Alonso
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Hêza Deryayî ya Amerîkayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku destroyera USS Carney ku xwediyê pergala moşekşêk a Aegisê ye gihîşte Deryaya Reş.

Fîloya 6emîn a Amerîkayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku destroyera USS Carney gihîşte Deryaya Reş û tevlî destroyera USS Rossê bû. Li gor daxuyaniya fîloyê, armanca çûna keştiyên şer ji bo zêdekirina ewlehiya deryayê tevlîbûna operasyonan, bilindkirina aramiya herêmê û zêdekirina qabîliyeta fîloya endamên NATOyê ye.

Qaptanê keştiyê Bryan Gallo di axaftina xwe de got: "Armanc li Deryaya Reş zêdekirina têkiliyên aştî û aramiyê ye. Divê hevalbend û mûtefikê ji hebûna me li vir kêfxweş û bi ewle bibin"

Herdu destroyerên amerîkî jî pergala moşekşêkên Aegis, Tomahawk û Harpoonê hatine arastekirin.

Bi heman mijarî:

Amerîkayê keştiya xwe ya şer şande Deryaya Reş
Keştiya antî-noqav a Rûsyayê li Deryaya Japonê moşek avêtin
Keştiya şer a amerîkî li Montrelê di nava qeşayê de mehsûr ma
Çîn: Keştiya Amerîkayê bê destûra me derbasî ava me bû
Derbarê Keştiya Nûh de îdiayên nû
Keştiya ji Rûsyayê bi rê ket, ket ber bahozê: 6 xebatkar hatin rizgarkirin
Etîketan:
Fîloya 6emîn a Amerîkayê, Bryan Gallo, Deryaya Reş, Amerika
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de