16:28 18 Hezîran 2018
Sputnik

Hevpara Sputnikê li Amerîkayê xwe wek "ajanê biyanî" tomar kir

Sputnik
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Hevpara Sputnikê, Şirketa RIA Global LLCyê ku Wezareta Dadmendiyê ya Amerîkayê di çarçoveya qanûna (FARA) de bi behaneya birêvebirina çalakiyên siyasî xwestibû ku wek ajaneke biyanî were tomarkirin, tomara xwe ya ajana biyanî çêkir.

RIA Global LLCyê yali Amerîkayê ji bo Sputnikê naverokan hildiberîne li gorî karmendiya sicilê, xwe wek ajanê biyanî tomar kir.

Wezareta Dadmendiyê ya Amerîkayê ji 5 Rêbendanê ve 30 roj molet dabû hevpara Sputnikê,  RIA Global LLC ya li Amerîkayê dixebite da ku wek ajanê biyanî xwe tomar bike.
Wezaretê nameyek ji RIA Global LLCê re şandibû û tê gotibû ku "li gorî agahiyên ku me di çarçoveya vekolîna xwe de bi dest xistine, me biryar da ku divê RIA Global LLC di çarçoveya qanûna ajanên biyanî(FARA) de xwe tomar bike. Ji ber çalakiyên siyasî yên  şirket li Amerîkayê bi rê ve dibe, divê ku xwe di çarçoveya qanûnê de xwe tomar bike.
Şirketa RIA Global LLCê li ser navê  Rossiya Segodnyayê ya ku Sputnik û Russia Today pê ve girêdayî ne li Amerîkayê dixebite. Rojnamevanên amerîkî di wê şirketê de dixebitin û nûçe û bernameyên radyoyê amade dikin.

 

Bi heman mijarî:

Sîmonyan, bersiva îdîayên îstîxbarata Amerîka ya RT û Spûtnîkê da
Zaxarova bi ser RT û Spûtnîkê henekê xwe bi welatên Rojava kir
RT: 39 hezar kesan weşana zindî ya peyamnêrê me temaşe dikir
Rûsya: Eger çapameniya Amerîkayê zordestiya xwe ya li ser RT dewam bike dê bersiv bê dayîn
Sîmonyan: Medya Fransî her roj li ser RT û Spûtnîkê derewan dike
RT: Demokratan plan kir ku Trump ji kar bixin
Russia Today (RT) dîmenên ewil yê Palmîrayê ku ji DAIŞê hat rizgarkirin kişand
Ekîba Macron RT û Spûtnîk sûcdar kir, Sîmonyan jî ‘kêfxweşiya xwe nîşan da'
Etîketan:
Russia Today, Sputnik, Rûsya, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de