16:45 18 Hezîran 2018
Wezîrê Berevaniya Amerîkayê James Mattis

Mattis: Ez nikarim bibêjim me her tişt bi Tirkiyeyê re çareser kiriye

© REUTERS / Yuri Gripas
Amerîka
Lînkê kurt
0 10

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Jim Mattisî diyar kir ku ew û Tirkiye wek hev difikirin ku divê herêmên ji DAIŞê tên rizgarkirin ji gelê herêmî re bên hiştin û li ser meseleya Minbicê jî got: Nikarim bibêjim me hemû çareser kirin."

Mattis di vegera xwe ya ji geşta Ewropayê de di balafirê de bersiva pirsyarên rojnamevanan da.

Wezîrê amerîkî diyar kir ku wek Tirkiyeyê difirkin ku divê kontrola herêmên ji DAIŞê hatine stendin ji gelê herêmê re bê hiştin û got:

"DI MIJARA HERÊMÊN RIZGARKIRÎ DE, EM WEK TIRKIYEYÊ DIFIKIRIN"

Em û Tirkiyeyê wek hev difikirin ku divê kontrola herêmên razgarkirî ji xwecihan re bê hiştin û em ê bi Tirkiyeyê re li ser xwecihên kontrol xistiye destê xwe û hemû mijarên din ên baldariyê xera dike, ji rê vedigerîne û provokatîv jî bixebitin. Gelek qad hene ku em li di wan de wek hev difikirin.

Mattisî bi bîr anî ku bi Fransa, Îtalya, Îspanya û Tirkiyeyê re dixebitin, Tirkiye hevalbendê Amerîkayê û got ku gelek mijar di navbera Tirkiye û Amerîkayê de hene.

Herwiha Mattisî destnîşan kir ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson û yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşogluyî li hev kiriye ku herdu welat di gelek mijaran de bi hev re bixebitin.

"EZ NIKARIN BIBÊJIM ME HEMÛ TIŞT BI TIKRIYEYÊ RE ÇARESER KIRIYE"

Li ser pirsyareke têkilîdarî avakirina mekanîzmeyek di navbera Tirkiye û Amerîkayê de ji bo hebûna PYDê li Minbicê, Mattisî wiha got: "Ez nikarim bibêjim ku me ev hemû çareser kirin. Ev jî tê wê wateyê, em li ser dixebitin. Em di vê mijarê de birijd in.

Ji aliyê din ve, wezîrê amerîkî destnîşan kir lu divê xebat were kirin bê ev mekanîzme çawa dê li Efrînê jî bixebite.

Bi heman mijarî:

Parlamentera iraqî: Divê hikûmet fişarê li Tirkiyeyê bike
Nûnerê Pûtîn derbarê îhtîmala operasyona Tirkiyeyê ya li Idlibê axivî
Wezareta Derve ya Rûsyayê ji bo bûyerên li Tirkiyeyê welatiyên xwe hişyar kirin
Şêwirmendê serokwezîrê berê yê tirk: Ji bo Tirkiyeyê mijara krîtîk êdî kurd in
YPG: Armanca Tirkiyeyê ku beşekî Sûriyeyê wek Qibrisê û Îskenderunê dagir bike
Leyla Xalid: Çi karê Tirkiyeyê li Sûriyeyê heye?
Etîketan:
James Mattis, Efrîn, Minbic, Tirkiye, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de