19:45 24 Hezîran 2018
Alên Amerîka û Tirkiyeyê

Ji Amerîkayê yekem daxuyaniya hevdîtina Erdogan û Tillerson

© REUTERS / Darren Ornitz
Amerîka
Lînkê kurt
0 03

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert derbarê hevdîtina Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson de ku 3 saet 15 deqeyan dom kir de, daxuyaniya yekem da.

Rex Tillerson - Recep Tayyip Erdogan
© REUTERS / Cumhurbaşkanlığı / Kayhan Özer
Heather Nauert, derbarê hevdîtina Erdogan û Tillerson ragihand, "Hevdîtina Tillerson-Erdogan hîn nû bidawî bûye. Em dê hurgiliyan piştre bi we re parve bikin."

'HÎN JÎ ÎNCÎRLÎK JI BO OPERASYONÊN DAIŞÊ TÊ BIKARANÎN'

Nauert herwiha got, "Bi qasî dizanim, niha ti sînordarkirineke Tirkiyê ya ji bo bikaranîna bargeha Încîrlîkê tuneye. Încîrlîk hîn jî di operasyonên dijî DAIŞê de tê bikaranîn."

'DIVÊ BALA XWE BIDIN SER TÊKOŞÎNA DAIŞÊ'

Nauert di berdewamê de got, "Em metirsiyên Tirkiyê yên ewlekariyê fahm dikin û rêzê li hevpeymana xwe ya NATOyê dgirin. Lê belê divê her kes bala xwe bide ser têkoşîna DAIŞê"

ÇAVKANIYÊN TIRK: HEVDÎTIN ERÊNÎ Û BERHEMDAR BÛ

Çavkaniyên Serokomariya Tirkiyê jî derbarê hevdîtinê de ragihandine ku "erênî û berhemdar' derbas bûye.

 

Bi heman mijarî:

Li Kerkûkê embara çek û teqemeniyên artêşa Iraqê teqiya
‘Dê Tirkiye ji 5 milyar dolarên bide Iraqê, 40 milyar dolaran qezenc bike’
Demirtaş: Ne niha ne jî piştre ji dadgeha we daxwaza berdana xwe nakim
Cara ewil dîmenê atomê hat girtin
YE li Brukselê kongreya duyem a Sûriyê li dar dixe
Pirtûka Bilgen bi hinceta ‘madeya qedexekirî' nexistin girtîgehê
Etîketan:
Tirkiye, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de