22:56 20 Nîsan 2018
    Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson

    Tillerson: Tiştek tine ku em ji YPGê bistînin

    © AP Photo / Pablo Martinez Monsivais
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 40

    Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson berî ku bê Enqereyê, li Libnanê ragihand ku "çekên giran nedane YPGê lewra jî tiştek tine ku ji wan bistînin."

    Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillersonî îro serdana Libnanê kir û bi Serokkomarê Libnanê Mîşel Ewnî re civiya.

    Tillersonê ku îro tê Tirkiyeyê, li Libnanê axift û got ku Amerîkayê çekên giran nedane YPG, "lewra jî tişek tine ku ji wan bê stendin."

    Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê James Mattis piştî civîna xwe ya ligel Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Canikli li Brukselê daxuyaniyek dabû û gotibû ku "Rêyên me yên diyalogê ji Tirkiyeyê re vekirîne. Ez difikirim ku me zemîneke hevpar dîtiye lê bi heman awayî di warê hinek xalan de em û Tirkiyeyê wek hevdu nafikirin.".

    Bi heman mijarî:

    Misirê li kolanên xwe "şer" li dijî Tirkiyeyê da destpêkirin
    Raportora Ewropayê: Me ji Tirkiyeyê gaveke erênî nedît
    Paylan: Ji aliyê Efrînê ve li dijî Tirkiyeyê kevirekî biçûk jî nehatiye avêtin
    Di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de kêşeyeke nû rûdide
    HSDê derbarê xistina helîkoptera Tirkiyeyê de daxuyanî da
    Etîketan:
    Rex Tillerson, Amerîka, Sûriye, Libnan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de