14:39 25 Sibat 2018
Zindî
    Amerîka - Ala Amerîkayê

    Wilson: Kurd di veguherandina Sûriyê de xwediyê rolek mezin in

    © Sputnik/ Natalya Seleverstova
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 10

    Balyozê Amerîkayê yê kevin Ross Wilson, rewşa kurdên Sûriyê û rakêşiyên di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de nirxand. Wilson destnîşan kir ku “Kurd di veguherandina Sûriyê de xwediyê rolek mezin in.”

    Di pêvajoyek ku rakêşiyên di navbera Amerîka û Tirkiyê de her diçe zêde dibe de, balyozê berê yê Amerîkayê Ross Wilson li ser rojevê axivî. Wilson di axaftina xwe ya bi Deutsche Welleyê anî ziman ku "eger herdû alî jî bi awayek xwînsarî tev negerin wê zerarê bibînin."

    Ross Wilson li ser têkoşîna ku kurdên bakurê Sûriyê li hem ber DAIŞê dan van gotinan kir: Kurdên Sûriyê di van 2-3 salên dawî de di şerê li hember DAIŞê de gelek bi kêr hatin û ji vê şerê bi awayek xurttir derketin. Ji ber vê jî di çend salên pêşiya me de di meseleya veguherandina Sûriyê de wê xwediyê roleke cuda bin. Wilson li ser polîtkaya Tirkiyê jî anî ziman ku "ez qubûl dikim ku mafê Tirkiyê heye sînorên xwe biparêze, lê wek ku Tirkiye dixwaze hemû bakurê Sûriyê kontrol bike. Ev tişt ne mumkun e ne jî rast e.

    Ross Wilson di dawiya axaftina xwe de got ku ji bo çareseriya vê meselê lazim ku Amerîka û Tirkiye kanalên diyalogê hertim vekirî bihêlin û rê nedin ku ev rakêşiyên di navbera herdu dewletan de bibe sebeba qutkirina têkiliyan.

    Bi heman mijarî:

    Çavuşoglu: Wek operasyona Efrînê divê li Qendîl û Şingalê jî operasyon bên kirin
    Li Enqereyê 16 kes hatin binçavkirin û operasyon dewam dike
    Li Enqereyê operasyon: Berdevkê HDKê jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin
    Erdogan: Heta ku ewlehî bê sazkirin dê operasyon bidomin
    BBC: Tirkiye ji bo çi dixwaze li Efrînê operasyon pêk bîne?
    Etîketan:
    Tirkiye, rojava, Efrîn, ross wison, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de