11:54 27 Nîsan 2018
    Helîkopter

    ‘Amerîka milîtanan bi helîkopteran neqil dike'

    © AFP 2018 / SHAH MARAI
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Parlamentoya Îranê Elî Larîcanî di axaftina xwe de îdîa kir ku Amerîka milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê bi helîkopteran neqlî Afganistanê dike.

    Ji Îranê îdîayeke balkêş. Serokê Parlamentoya Îranê Elî Larîcanî di axaftina xwe de îdîa kir ku Amerîka milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê bi helîkopteran neqlî Afganistanê dike.

    Li gor nûçeya ajansa fermî ya Îranê (IRNA), Elî Larîcanî li Tehranê bi Serokê Komîsyona Têkiliyên Derve yê Yêkîtiya Ewropayê David McAllister re hevdîtinek pêk anî û Amerîka bi piştgiriya rêxistinên terorî sûcdar kir. Larîcanî got: "Bingeha terorîzmê li Afganistanê 30 berê ji aliyê Saziya Îstîxbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA), Erebistana Siûdî, Pakistan û Îmarata Erebî ve hat avêtin."

    Larîcanî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Amerîka terorîstên DAIŞê bi helîkopteran neqil dike. Di pêşerojê de ev terorîst wê ji bo Amerîkayê jî bibin tehdîd." Rêberê olî yê Îranê Elî Xemaney jî 30ê Berfenbarê de gotibû ‘Amerîka milîtanên DAIŞê veduguhezîne Afganistanê."

    Bi heman mijarî:

    Li Kanadayê Helîkopter ket
    Rûsya: Helîkopter ji aliyê DAIŞê ve nehat xistin
    Hikûmetê 4 helîkopter dane Silêmaniyê
    Li Stenbolê helîkopter ket: 7 kes mirin
    Helîkopter ket: 10 mirî
    Li Rûsyayê helîkopter ket: 2 mirî û 2 birîndar
    Etîketan:
    Serokê Parlamentoya Îranê, Elî Larîcanî, îran, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de