04:51 23 Nîsan 2018
    Balafirên koalîsyona Amerîkayê

    Koalîsyonê dîmênên êrişa Sûriyeyê belav kir

    © AFP 2018 / SABAH ARAR
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Koalîsyona hevpeyman ku Amerîka pêşengiya wê dike dîmênên êrişa hêzên hikûmeta Sûriyeyê yên li Dêra Zorê belav kirin.

    Rojnameya Business Insider, dîmênên ku Wezareta Parastin a Amerîkayê li Dêra Zorê hêzên hikûmeta Sûriyeyê bombebaran dike belav kiribûn gihande şopînerên xwe. Di dîmênan de îmhakirina tanka T-72 a rûsî tê xuyakirin.

    Koalîsyona hevpeyman a di pêşengiya Amerîkayê de 7ê Sibatê li hemberî hêzên hikûmeta Sûriyeyê ku operasyon li dijî DAIŞê dikirin bombebaran kir. Koalîsyonê sedema bombebaranê jî êrişa Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) nîşan da. Di êrişê de 25 kes birîndar bibûn.

    Ji aliyê din ve gelek saziyên çapemenî yên wek Bloombergê îdîa kiribûn ku di êrişê de lêşkerên xwebexş ên rûsî hatine kuştin, lê çavkaniyên Wezareta Derve ya Rûsyayê ev îdîa derewandibûn.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Şaredariya Maltepe: Wesayita şaredariyê çawa çûye Dêra Zorê em nizanin
    ‘Amerîkayê, serokên DAIŞê yên li Dêra Zorê birin Hasekeyê'
    HSDê li herêmên Dêra Zorê dest bi paqijkirinê kir
    HSD: Li Dêra Zorê 9 şervanên me jiyana xwe ji dest dan
    DAIŞ li Dêra Zorê li ber tunebûnê ye
    Rûsya 5 ton alîkariya mirovî gihandin Heleb û Dêra Zorê
    Etîketan:
    Bombebarana Dêra Zorê, Sûriye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de