05:02 20 Sibat 2018
Zindî
    Li Florîdayê êrîşa dibistanê

    Li Amerîkayê êrîşa dibistanê: 14 kes hatin kuştin

    © AP Photo/ WPLG-TV via AP
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li dibistana Marjory Stoneman Douglas a Parkland li eyaleta Florîda ya Amerîkayê, di encama êrîşeke çekdarî de, hat ragihandin ku 14 kesan jiyana xwe ji dest daye.

    Televizyona 7 News a ku li Florîdayê weşanê dike ragihand ku li başûrê rojavayê bajarê Parklandê li gor agahiyên destpêkê di encama êrîşa çekdarî ya li dibistanekê qewimiye de, herî kêm 20 kes birîndar bûne.

    Li gor daxuyaniya herî dawî ya polîsê Broward ê amerîkî di êrîşê de 14 kesan jiyana xwe ji dest daye.

    Di dîmenên Fox Newsê de xuya dike ku birîndar bo nexweşxaneyan tên veguhestin.

    Herwiha li dorûbera dibistanê jî polîs li hemberî êrîşkaran operasyonê pêk tînin. Tê ragihandin ku êrîşkar xwendekarekî dibistanê ye û li wê dibistanê 3 hezar xwendekar perwerdê dibînin.

    Li gor medya amerîkî ku dispêre polîsan, heta ev nûçe dihat amadekirin jî êrîşkar hîn di dibistanê de bû û nehatibû girtin.

    Polîsê Amêrîkayê ragihand ku êrîşkarê bûye sedema kuştina 14 kesan, Nicolas Cruzê 19 salî ye.

    Bi heman mijarî:

    Li Şingalê meşa piştgiriya Efrînê
    Votel: Alîkariya Amerîkayê ya bo Pêşmerge berdewam e
    Ji Facebookê taybetmendiyeke nû
    KNKê ji bo Efrînê biryara xwepêşandana giştî wergirt
    Li Dihokê şewatek derket: Welatiyekî jiyana xwe ji dest da
    Ji hikûmeta Sûriyê banga Efrînê: Bila kurd û ereb bibin yek û şerê Tirkiyê bikin
    Wezîrên Parastinê yên Amerîka û Tirkiyê civiyan
    Etîketan:
    Florîda, Dibistan, Şer, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de