21:59 22 Sibat 2018
Zindî
    Darbasiyah ABD YPG

    ‘Têkiliyên Washington û Enqerê her diçe xerabtir dibe’

    © AFP 2018/ DELIL SOULEIMAN
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rojnamevan Ilhan Timur balê dikişîne ser ku Dema hûn ji Amerîkayê da li meselê dinhêrin hûn dibênin ku Amerîka Kurdan tercihê hevkarê xwe Tirkiyê dike.

    Rojnamevan Îlhan Tîmûr di nivîsa xwe ya dawiyê de li ser têkiliyên kurdên Sûriyê û Amerîkayê sekinî.

    ‘AMERÎKA KURDAN TERCIHÊ TIRKIYÊ DIKE'

    Timur di nivîsa xwe de anî ziman ku “dema hûn ji Washingtonê li meselê dinhêrin, hûn dibinin ku hevkariya Amerîka û kurdan ne mesela amerîka û Tirkiyê ye. Ev hevkariya Amerîka û kurdan perçeyek ji  têkoşîna mezina Amerîkayê ya ku wê li rojhilata navîn bike ye.” 

    Ilhan Timur di nivîsa xwe de balê dikişîne ser ku Tirkiye çiqas hewl bide ku alikariya Amerîkayê ya ji bo kurdan bide sekinandin, Amerîka berevajiya wê dike. Mînaka vê ya herî dawî jî ew ku Amerîka 550 milyon dolar ji bo hêzên kurd yên li Sûriyê veqetand. Ev biryara Amerîkayê, dide nîşan ku wê şirîktiya Amerîka û kurdan gelek bidome.

    ALÎKARIYA AMERÎKAYÊ YA JI BO KURDAN WÊ ZÊDETIR BIKE'

    Ilhan Timur di berdewamiya nivîsa xwe de, di derbarê vê meselê de behsa raporek ku beriya mehek li Amerîkayê hatiye weşandin dike. Timur dibêje ku dema em li vê raporê dinhêrin, em politikaya Amerîkayê ya li ser kurdan baştir fêhm dikin.
    Li gorê ku Îlhan Timur dibêje, rapor ji 15 rûpela pêk tê û bi pirayê behsa polîtikaya Amerîkayê ya li Sûriyê dike.

    Timur raporê wiha şîrove dike, "di raporê de, xala herî balkêş ew ku yekemîn armanca Amerîkayê ya li Sûriyê, pêşîlêgirtina Îranê ye. Di vê mesele de eger Tirkiye wek Amerîka nefikire, wê Amerîka jî bi hêzên herêmê re politikaya xwe bidomîne. Di vê çarçovê de wê di hêla çekan û perwerdehiya leşkerî de alîkariya ku didin kurdên Sûriyê xurttir bikin."

     

    Bi heman mijarî:

    Amerîka ji bo Efrînê: Em dixwazin bi Tirkiyeyê re li ser çareseriyekê biaxivin
    Amerîka: Divê Îran hêzên xwe yên li Iraq, Sûriye, Yemen û Libnanê vekişîne
    'Dibe alîkariya Amerîka ya bo YPGê derkeve 3 milyar dolarî'
    Peskov: Berovajî Tirkiye û Îranê, Amerîka piştgiriya pêwîst nade
    Etîketan:
    Alîkarî, HSD, Amerîka, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de